Li Îzmîrê 9 kes hatin destgîrkirin
Di dorhêla operasyonên qirkirina siyasî de polîsên Tirk li Îzmîrê avêtin ser gelek malan û 9 kes destgîr kirin.
Di dorhêla operasyonên qirkirina siyasî de polîsên Tirk li Îzmîrê avêtin ser gelek malan û 9 kes destgîr kirin.
Danê vê sibê li navçeyên Bergama, Seferihisar, Menemen û navenda Îzmîrê bi hevdemî polîsan di ser malan de girt û 9 kes destgîr kirin.
Bi îddîaya ku li ser tevna civakî, “Bangeşiya PK’ê" kirine polîsan danê vê sibê avêt ser gelek malan û 9 kes destgîr kirin. Kesên hatî destgîrkirin piştî kontrola tendirûstiyê birin navenda polîsan a Îzmîrê.