Li Îzmîrê 8 kes hatin girtin

Li Îzmîrê ji 21 kesên bi hinceta parvekirinên li ser tevnên civakî 8 jê hatin girtin.

Li Îzmîrê ji 21 kesên ku di 8'ê Mijdarê de ji ber parvekirinên tevnên civakî hatin binçavkirin, 8 jê piştî îfadeya li muduriyeta polîsan hatin berdan û 13 jê jî danê sibehê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Her 13 kes bi hinceta "propagandaya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin.

Ji 13 kesan Osman Koçyîgît, Nuhat Dogan, Yûsûf Altûn Kiliç, Mûrat Bîngol, Necla Tuşar, Lokman Dalgîç, Ferdî Aslan û Attîla Ertaş bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatin girtin û 5 kesên din jî hatin berdan.