Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin

Ji 27 kesên li navçeyên Konak, Torbali, Menemen, Karşiyaka û Bûcayê yên Îzmîrê hatibûn binçavkirin, 7 kes hatin girtin.

Karûbarên 27 kesên di serdegirtinên 24’ê Mijdarê yên li navçeyên Konak, Torbali, Menemen, Karşiyaka û Bûcayê ên Îzmîrê de hatibûn binçavkirin, li emniyetê temam bûn. 27 kesên hatibûn binaçavkirin sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin, hat diyarkirin ku sedemê binçavkirina wan parvekirinên li ser torên civakî û îxbarên di derbarê wan de hatine kirinin.

Ji 27 kesên ku ji bo dozgeriyê hatin sewqkirin 11 kes hatin berdan. Ji 16 kesên ku karûberên wan li dozgeriyê temam bûn beşek ji wan bi îdîaya ‘propagandekirina rêxistinê’ beşek din jî ‘ endamtiya rêxistinê’ daxwaza girtinê hate dayîn, sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hate kirin.

Ji 16 kesên sewqî dadgeriyê hatin kirin 9 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 7 kes jî bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistinê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.