Li Îtalyayê meşa 'em ji faşîzmê natirsin'

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê, bi dirûşma "Em ji faşîzmê natirsin" meşek pêk hat. Kurd jî tevlî meşê bûn.

Li bajarê Floransayê bi hezaran kes li Piazza Puccini li dijî faşîzmê meşiyan. Kurd jî beşdarî meşê bûn û faşîzma Erdogan protesto kirin.

Di meşê de qisekeran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li ser mijarê gelek belavok jî hatin belavkirin. Di belavokan de hate bibîrxistin, bi şoreşa Rojava re li dijî faşîzmê têkoşîneke mezin tê dayin û serketin hatiye bidestxistin.

Di meşê de wêneyên şervanê YPG'ê yê enternasyonalîst Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) hatin hildan ku Orsetti 18'ê Adarê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû.