Li Îtalyayê çalakiya “Azadiya Ocalan azadiya min e”
Li Grosseto ya Îtalyayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan hatibûn destpêkirin dewam dike.
Li Grosseto ya Îtalyayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan hatibûn destpêkirin dewam dike.
Ji aliyê Komîteya Kurd a Îtalyayê kampanyaya çalakiya bi şîara “Azadiya Ocalan azadiya min e” hatibû destpêkirin dewam dike.
Endamên Komîteya Kurd a bajarê Grossetoyê standekî 2 rojan vedan û belavok belavkirin û bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Endamên komîteyê, diyar kirin ku heta têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan agahiyekê pêbawer bigirin wê çalakiyên xwe bi rêbazên cuda cuda bidomînin.