Li Îranê şîfreyên demokratîkbûnê -GOTAR
Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan guherîna li Îranê û nêzîkatiyên şaş ên cîhana rojava li Îranê, ji ANF'ê re nirxand.
Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan guherîna li Îranê û nêzîkatiyên şaş ên cîhana rojava li Îranê, ji ANF'ê re nirxand.
Piştî hilbijartinê, li Îranê bûyerên ku qewimîn û rewşa siyasî ya derkete holê, bi qasî ku hemû dinyayê eleqedar dike di heman demê de herêmê jî eleqedar dike. Li herêmê jî herî zêde Kurdan eleqedar dike. Ji ber vê pêwîste ku pêşketinên li Îranê divê rast were xwendin. Lê tê dîtin ku pêşveçûnên li Îranê rast nayê xwendin. Li Ewrûpayê an jî li devereke din a dinê, xwendina pêşveçûnan çawa be, bûyerên li Îranê jî bi heman awayî tên xwendin. Lê bi aqlê Rojavayî xwendina bûyer û diyardeyên Rojhilata Navîn, her tim ber bi encamên şaş ve dibe. Mînaka vê ya herî berbiçav eve; DYE ( Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê) ku hêza super a dinyayê ye, welatê ku herî zêde saziyên think tang lê hene û xwedî qabîliyeta herî berz a manewrayê ye, em dibînin ku çûbe ku derê qet biserneketiye. Emerîka di nirxandinên siyasetê de, di meşandina polîtîkayê de, teqez ne dogmatîk e. Welatekî din ku mîna DYE pragmatîk be, mîna DYE li gorî pêşveçûnan guhrenkariya polîtîkayê pêş bixîne nîne. Lê ruxmî vê li Rojhilata Navîn, DYE bi ser nakeve.
Sedema vê nedîtina rastiya Rojhilata Navîn e. Rojava qet naxwaze Rojhilta Navîn fêhm bike. Dixwaze li gorî dilê xwe kiras li Rojhilata Navîn bike. Ruxmî hemû şaşiyên xwe, ruxmî hemû polîtîkayên xwe yên şaş dîsa jî dev ji şaşiyên xwe bernade.
Lê divê bibîne ku Rojhilata Navîn xwedî şaristaniyên herî kevne, dîsa divê bibîne ku Rojhilta Navîn dergûşa mirovahiyê ye û ji ber vê ye ku her kes nikare kirasê li gorî dilê xwe li vê herêmê bike. Piştî hilbijartinên dawî yên li Îranê em dibînin ku DYE û Ewrûpa dîsa bi awayekî şaş nêzî pêşveçûnên li Rojhilata Navîn dibin. Em dibînin ku hêzên curbecûr ên çepgir û sosyalîst şaş nêz dibin. Divê em rêxistin û siyasetmedarên Kurd ên mîlliyetgir jî li ser van zêde bikin.
Divê ev baş bê zanîn ku Ewrûpa û DYE dixwazin ku dîroka dinyayê li ser esasê berjewendiyên xwe, bi mîhwera rojava ji nû ve nirxandineke dîroka siyasî bikin û bi vî hawî li ser civakan serweriya fikrî ava bikin. Li ser însanan li ser civakan rêgeha avakirina serweriyê, qebûlkirineke dîrokê ye ku ev dîrok li şuna berjewendiya gelan, pêşxistina berjewendiyên serweran e, li gorî feraseta serweran nirxandina diyardeyan e. Dixwazin dîrokeke bi vî rengî bidin qebûlkirin. Li ser civakan û gelan, serwerî destpêkê di îdeolojiyê de, di zihniyetê de tê avakirin. Di serî de jî dîrokê li gorî çînên serwer, li gorî mîhwera feraseta serweran nirxandina bûyer û diyardeyan tê nivisandin û bi hemû mirovatiyê didin qebûlkirin. Bi nivisandina dîrokeke bi vî rengî, ji ber ku dîroka mirovahiyê û civakê bi hemû rastiyan ve nayê ravekirin an jî ji ber ku rastî tê veşartin, gel bi serweriya vê zihniyetê bi rehetî tên birêvebirin. Divê ev rastî baş were fahmkirin. Rojava û DYE di serî de hegemonyaya zihniyetê avakirine. Qadên din ên serweriyê li ser vê bingehê tê avakirin. Heta ku ev neyê fêhmkirin, gel nikarin serweriyên li ser xwe bişkînin û li gorî berjewendiyên xwe jiyanên xwe yên azad û demokratîk bi hêsanî ava bikin.
DYE û Ewrûpa di esasê xwe de jî nirxandineke dîrokê ya bi zîhniyeta deshilatdar û dewletgir, dixwazin bi civakan bidin qebûlkirin. Di roja me ya îro de jî ev teza dîrokê nehatiye derbaskirin. Ne tenê di mijara nirxandina dîrokê de, derbarê mijara demokrasî û azadiyê de jî, pênaseya demokrasî û azadiyê li gorî xwe pêş dixînin. Demokrasiyê û nirxên demokratîk bi xwe didin destpêkirin. Demokrasiyê li Brîtanya bi belgeya Magna Carta ( Belgeya Mezin) didin despêkirin ku bi vê belgeyê hin erkên kral hatibû astengkirin. Herî zêde jî dibin Atînayê. Zîhniyeta demokratîkbûyînê û pêvajoyên demokrasiyê yên li gorî xwe û feraseta xwe ya demokrasî û azadiyê dixwazin bi hemû civakan bidin qebûlkirin.
Bi vî hawî bi civakan ne demokrasî û azadiyê, lê serweriya xwe ya îdeolojîk û siyasî didin qebûlkirin. Em nirxandina DYE û Ewrûpa ya bi vî hawî fahm dikin lê em nikarin qebûlkirina çepgir û bindestan bipejirînin. Bi taybetî jî bandorbûna Kurdan ji nirxandina bi vî hawî ku weke Rojavayiyan digre dest em tu carî nikarin qebûl bikin. Kurd û cografyaya Kurdistanê ne cografyayeke ji rêzê ye. Cografyayeke ku yekemîn civakîbûyîna mirovatiyê, şaneya kok a demokrasiyê li vê cografyayê pêş ketiye. Nikare were qebûlkirin ku însan û siyasetmedarên vê cografyayê feraseta demokrasî û azadiyê li gorî feraseta oryantalîst a rojavayê bigrin dest, rastiyên dîroka xwe bigrin dest an jî nirxên xwe yên dîrokê piçûk bibînin. Belkî di rabirdu de hincetên vê meyzandinê were qebûlkirin. Lê piştî ku Rêberê Gelê Kurd civaka dîrokî bi berfirehî tehlîl kir, her wiha li kêleka nivisandina dîrokê ya serwer û dewletgiran, dîroka gelan jî ku bi awayekî demokratîk û komunal jiyan kirin, derxiste holê, divê ku ev feraseta oryantalîst were terikandin. Ruxmî tahlîlên Rêber APO hê jî bi pîvanên rojava li demokrasî û azadiyê meyzandin, dide diyarkirin bê serweriya fikrî li ser gelan çendîn bi koke.
Ji feraseta demokrasiya rojava xwe qutkirin pêk nayê. Li cihekî heke demokrasî pêş bikeve nêzîkahiya ku wê ev tenê bi şêwazê ku li Ewrûpayê an jî DYE çawa pêş ketibe wê wisa pêş bikeve tê qebûlkirin. Weke ku naçare bi vî hawî çêbibe xwe nîşan dide. Lê demokrasiya li Ewrûpa demokrasiyeke kêm e, demokrasiyeke sînordare. Demokrasî, xwe bi rêxistinkirina gelan e, bi her awayî hêzbûna gelan e. Îradebûyîna gelan, avakirin û birêvebirina jiyana xwe ya gelan e. Niha tiştekî wisa li DYE û li Ewrûpa ma heye gelo? Li DYE û li Ewrûpa ma hê jî ne serwer, mêtînger û hêzên çewsîner deshilatdarin? Hê jî DYE û Ewrûpa ne ew cografyane ku yekdestdarên mezin ê aboriyê, yekdestdarên leşkerî, yekdestdarên siyasî, hêzên leşkerî û siyasî di destê xwe de digrin? Ruxmî vê yekê hê jî bi feraset û zîhniyeta serwerên rojavayî demokrasî û azadiyê dest girtin, çiqas raste gelo? Tê dîtin ku di serî de di pênaseya demokrasî û dîroka demokrasiyê de şaşiyeke mezin heye. Helbet li Ewrûpa nirxên demokratîk hene, lê ev nirx di encama têkoşana gelan a ji bo azadî û demokrasiyê derketine. Weke ku zanistên siyasî yên Rojavayî dibêjin ev ne di encama demokratîkbûyîna dewletan pêş ketiye. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelane ku dewletê aniye ber nirxên diyar ên demokratîkbûyînê, xwe bi xwe birêvebirinê û li gorî qaîdeyên diyarkirî pêkanîna otorîteya demokratîkbûyînê.
Ji ber vê meriv nikare behsa yek Ewrûpayê bike. Ewrûpayeke xwedî feraseta azadî û demokrasiya serweran heye û Ewrûpayeke gelan heye. Feraseta demokrasî û azadiyê ya Ewrûpaya gelan di cewherê xwe de ji feraseta demokrasî û azadiyê ya serwerên Ewrûpa cuda ye. Gelan bi têkoşan û helwestên xwe ya rast her tim qada demokratîkbûyînê berfireh kirine, bi vî hawî dewletê paşde kişandine û qadên xwe yên jiyana demokratîk û azadiyê bêtir berfireh kirine. Li Ewrûpa ji bo demokrasiyê bêrîkirineke bi hêz a gelan heye. Bi zîhniyet û çanda xwe ve ruhekî civakî derketiye holê. Her çend zîhniyeta modernîst û çanda kapîtalîst di mijara têgîhiştin û pratîkkirina demokrasiya rasteqîn de şaşî û astengan derxînin jî, ji dema Ronesansê û vir ve zîhniyeta demokratîk û ruhê azadiyê, di nav çanda civakan de cihekî xwe yê diyar bi dest xistiye. Ev nirx û çanda demokratîk, weke ku siyasetmedar, dîrokzan û dîroknusên demokrasiyê yên Rojavayî dibêjin ne ji Magna Carta destpê dike. Ev çand ji dema derketina ewil ya mirovatiyê destpê dike û heta roja me ya îro bi têkoşana van nirxan hebûna xwe parastiye û aniye roja me ya îro. Nirxên demokratîk û komunal ê Rojhlata Navîne ku weke şaneya kok a nirx, hest û demokrasiyê gihiştiye Rojava. Nirxandina Rêber APO ya Ronesansê ku weke zarokê Rojhilatî yê sirgunbuyî digre dest, îfadeya herî balkêşe ji bo me ku divê bi çi hawî li dîrokê were meyzandin.
Nirxên çandî yên li Ewrûpa nabin bingeha demokrasiyeke rasterast ku ev tê wateya demokrasiyeke kur û radîkal. Sedema vê yekê ev e; Rastiya zîhniyet û pêkhateya demokratîk, ji hêla modernîteya kapîtalîst ve tê çeloxarîkirin. Li Ewrûpaya Rojava heke zîhniyeta gelan neyê çeloxarîkirin, avakirina demokrasiya rasterast wê ne ew çend zehmet be. Sîstema serwer ku di ferqa vê yekê de ye, ezezîtiyê û ferdperestiyê bêtir gur dike û bi vî hawî wisa dike ku ferd li hemberî pirsgirêkên civakî û jiyana demokratîk û komînal eleqeyekê nîşan nede. Civakên ku nagihîjin civak û şexsiyeta exlaqî û polîtîk, ji zîhniyeta rojava derbas nakin û mehkumî têgînin heyî dibin.
Weke ku tê dîtin, pêwîste bi riwangeha gelan li dîrokê were meyzandin. Divê civaka dîrokî baş were tehlîlkirin û hemû pêşketin di nav zeman û mekana dîrokî de were dest girtin. Dema ku bûyer û diyarde li gorî vê werin destgirtin yanî bi mîhwera Rojavayî neyê meyzandin, wê pêşveçûnên li Îranê hê baştir were nirxandin.
Beriya her tiştî divê riwangeha Rojava ya ji bo Îranê were terikandin. Dema ku Îran tê gotin yekser paşverûtî, çewisandin, zilim tê bîra meriv. Bêgûman li Îranê sîstemeke çewsîner heye. Helbet ev aliyekê wê ye. Aliyekî din jî heye, ew alî gelên Îranê ne. Wekî din di heman demê de civaka Îranê heye, rastiya civaka Îranê heye. Ne mumkine ku em behsa yek Îranekê bikin. Çawa ku meriv nikaribe behsa yek Ewrûpayekê bike. Ewrûpayên cuda hene, DYE’ên cuda hene, Frense û Elmanyayên cuda cuda hene. Di heman demê de Îranên cuda hene. Wekî din buyerên ku li Îranê diqewimin divê li ser bingeha dîroka Rojhilata Navîn û li gorî bingeha dîroka Îranê were dest girtin. Dema ku demokrasî û azadî tê gotin divê ku ne li gorî riwangeha rojavayî, di pêvajoya demokrasî û azadiyê ya di nav rastiya dîrokî ya Rojhilata Navîn were dest girtin. Nirxandinên mîna ku dibêje heke li gorî Ewrûpa û DYE pêk were demokratîk e an na heke li gorî pêvajoyên wan pêş nekeve li wir demokrasî nîne, wê ne di cihê xwe de be. Demokrasiya Rojhilata Navîn jî wê li gorî xwe pêş bikeve, azadiya Rojhilata Navîn jî wê li gorî taybetmendiyên xwe be. Weke ku Rêber APO dibêje ji ber ku Rojava çavê me kor kiriye em xwe piçûk dibînin û me nirxên xwe nedîtiye. Ev tespîteke grînge. Ev tespît ne tenê ji bo Kurda ye. Ev tespît di heman demê de ji bo Îraniyan jî û ji bo Ereban jî derbasdare. Rêber APO vê tespîtê ji bo hemû civakên Rojhilata Navîn kiriye. Ji ber vê divê ku li gorî rastiya dîrokî ya Rojhilata Navîn û Îranê li bûyera demokratîkbûyîna Îranê were meyzandin.
Weke ku hin dibêjin pêşveçûnên li Îranê bi bandora DYE û Îngîltere naqewimin. An jî weke ku deshilatadariya heyî ya Îranê dibêje, bi mudaxeleya DYE û Îngîltere pêş nakeve. Her çend ji bo vê DYE û Ewrûpa hewildana pêşxistina gelek rêgehan nîşan bidin jî, pêşveçûnên li Îranê tenê bi DYE û Ewrûpa ve girêdan gelekî şaşe. Ev heqarete ji bêrîkirinên gelên Rojhilata Navîn ên ji bo demokrasî û azadiyê re. Helbet meyla azadî û demokrasîyê ya gelên li dinyayê, li ser Îranê jî bandora xwe dike. Dema ku em dibêjin têkoşana azadî û demokrasîyê bandora xwe li Îranê dike, mebest ji vê ne polîtîkayên Ewrûpa an jî DYE’ye. An jî ne demokrasiya DYE û Ewrûpa ye. Helbet nirxên baş yên ku di encama têkoşana gelan ên li Ewrûpayê derketine hene. Ev bandora xwe li ser têkoşanên gelan jî dike. Ev mijareke cuda ye. Lê rasterast gotina ku dibêje DYE û Ewrûpa bandor dike, ji rê derketineke. Li şuna vê heke wisa hatibûna gotin; ‘’Di asta pêşveçûnên li Îranê ya heyî de herî zêde bandora têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasî û azadiyê heye’’wê bêtir di cihê de bûya. Ji ber ku nirxandina ku dibêje Tevgera Azadiya Gelê Kurd, li Rojhilata Navîn fitîla azadî û demokrasiyê vêxistiye û vê jî bandora xwe li ser civaka Îranê kiriye, bêtir rast û di cihê xwe de ye ji nirxandina ku dibêje Rojava an jî Ewrûpa bandora xwe heye. Helbet di serî de gelê Kurd, gelên li Îranê ji Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û ji feraseta demokrasî û azadiyê ya PKK gelekî bi bandor dibin. Dema ku em vê dibêjin nayê wateya ku em hemû pêşveçûnên li Îranê bi bandora Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd ve girê didin. Di nav rastiya dîroka Rojhilata Navîn de li Îranê daneheveke azadiyê heye, daneheveke demokrasiyê heye. Heke cografyaya Rojhilata Navîn cografyaya bingehîn ya nirxên demokratîk û komunal be, ev nirxên demokratîk û komunal herî zêde li Kurdistan û Îranê bi bandore. Kurd û Fars tê zanîn ku ji heman etnîsîteyê û ji heman koma ziman tên. Ji ber vê çanda Mezopotamyayê bandora xwe li ser gelên li Îranê jî kiriye. Fars û Bellûc, Aryen in. Ji xwe têgîna Îran weke kok ji Aryen tê.
Pêwîste ku pêşveçûnên li Îranê bi dînamîkên hundirîn were ravekirin. Bi taybetî rejîma Ayetûllah ya heyî nikare bibe bersiv ji bendewariyên gel re. Bi rastî jî gel ji vê rêveberiya çewsîner bêzar bûye. Birêvebirina bi vî halê heyî ya rejîmê, gel acize. Lê dema ku ev tê gotin nayê wateya ku gel dixwaze weke Rojava bijî, jiyaneke siyasî, civakî û çandî dixwaze. Bi vî hawî fikirandin ne di cîh de ye. Civaka Îranê jî dixwaze azadî pêş bikeve, demokrasî berfirehtir bibe. Lê daxwaza pêşketin û berfirehbûna azadî û demokrasiyê, nayê wateya xwestina nirxên Ewrûpa, nayê wateya daxwaza çanda Ewrûpa û rejîmeke siyasî ya ku dişibe Ewrûpa. Ji xwe bingeha tevgera li Îranê, ji hêla ew aliyên ku nirxên Îslamî hildigrin û dixwazin ev nirx werin esas girtin pêk tê.
Muxalefet ji aliyê çewsîner û nedemokratîk a rejîma heyî bêzare û li dijî vî aliyê rejîmê derdikeve. Dixwaze demokrasî û azadî bêtir pêş bikevin. Lê dema ku vê dixwaze nayê wateya daxwaza paşvexistina nirxên Îslamî an jî daxwaza welatekî Rojavayî. An jî daxwazên mîna laîsîzîma ku Rojava jê fêhm dike ku ji hêla aliyên gelekî sînordar ve tê xwestin. Ji drûşmeyên ku li meydanan tê berzkirin fahm dibe ku muxalefet jî dixwaze bi têgînên dînî îqtîdara heyî paşve bixîne. Wê demê pêwîste ku ev rastî were tespît kirin; têkoşana ji bo demokrasî û azadiyê nayê wateya dij-Îslamiyetê. Hatiye dîtin ku tespîta ku dibêje bila rejîma Îslamî hilweşe, encax heke li dijî aliyê Îslamî ya rejîmê were sekinandin dikare demokrasî û azadî pêş bikeve şaş e. Helbet divê aliyê dogmatîk ê dîn werin derbaskirin. Helbet divê amûrkirina dogmatîzma dîn a ji bo siyasetê were derbaskirin. Di van mijaran de divê hin reform, hin feraset û guhrenkariya zîhniyetê pêş bikeve. Lê ev weke ku li Rojava tê fahmkirin, nayê wateya bûyîna dewleteke laîk. Rêber APO diyar dike, laîsîzma Ewrûpa, dîn ji dewletê cuda nake, dijberî vê dînê despotîk şêwazekî cuda yê zîhniyeta dewletê ye. Derbarê laîsîzmê de nirxandina Rêberê Gelê Kurd nirxandineke gelekî dîrokî, gelekî balkêşe ku ezberan xira dike. Li gorî vê feraseta ku dibêje heke laîsîzmeke li gorî Ewrûpa pêk were dikare demokrasî pêş bikeve an na azadî û demokrasî pêş nakeve, bi riwangeha Rojava li bûyer û diyardeyan meyzandine. Ev tê wateya bi bandora êrîşên îdeolojîk ya Rojava ku dixwaze pîvanên xwe bi hemû mirovatiyê bide qebûlkirin, destgirtina bûyeran e.
Di civaka Îranê de di encama pêşveçûnên ku hatine jiyankirin, daneheveke zîhnî daxwaza demokratîkbûyînê û berfirehkirina azadiyê derxistiye holê. Van bûyeran aşkere derxistiye holê ku civaka Îranê ji çewisandinan bêzar bûye, azadî û demokrasiyê dixwaze. Li kêleka vê di nav şirîkên deshilatdarên Îranê de jî hin qelîştok derketine. Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê, di nav bloka deshilatdarên ku Îranê birêve dibin de qelîştok derketiye. Ev qelîştok kur e. Helbet sedemên vê yên aborî û civakî jî hene. Li Îranê weke encama xwezaya dewleteke çewsîner û mêtînger, aliyên ku dixwazin îmkanên dewletê desteser bikin û xwe weke çîneke ekonomîk a xwedî îmtîyaz bi cîh bikin hene. Sûpayê Pasdaran û derdora ku xwe dispêre vê hêzê, xwe kirine hêzeke gelekî grîng a aborî û siyasî. Bloka Xameneyî û artêşê ya heyî deshilatiyeke aborîyê ava kirine. Ji karaktera yekdestdariya aborî ya dewletê, herî zêde ev grûba olîgarşîk sûdê werdigre. Ehmedî Nejad û kesên ku berê di nav vê olîgarşiyê de cihê xwe digirtin lê her diçe li paş dimînin, dixwazin vê bloka Xameneyî rawestînin û di qadên aborî, siyasî , civakî de bêtir bi bandor bin. Li gorî vê têkoşîneke îqtîdarê heye. Mûsawî , Kerrûbî û her wiha Ruxanî ku herî dawî di hilbijartinê de bi ser ket, xurtbûna daxwaza meyla azadî û demokrasiyê ya gel dîtin, hewil dan ku bibin berdevkê vê daxwazê , bi vî hawî jî bloka deshilatdariya heyî paş de bixînin. Li gorî vê jî di qadên siyasî, aborî, û civakî de xwe bêtir bi bandor dikin. Muxalefeta heyî ji bo ku bikaribin xwe bigihînin pozîsyona ku dixwazin, daxwaz dikin ku sîstema çewsîner a heyî nerm bibe. Rejîmeke hinekî din nerm, Îraneke ku demokrasî û azadî bêtir berfirehe dixwazin. Helbet demokrasî û azadiya ku ew dixwazin ne yên rastîn in. Lê li hemberî deshilatdariya heyî pozîsyona wan wiha ye. Bi nirxandina meyla azadî û demokrasiyê ya gelan hewil didin ku avantaj bi dest bixin. Li gorî vê bi rehetî dikare bê gotin ku stratejî, polîtîka û taktîka ku dimeşînin di cihê xwe de ye.
Heke li gorî taybetmendiyên vê ekîbê were meyzandin û bêjin ku ev ekîp berê xwe nade rejîma Îslamî, rasterast li pêş Rejîma Îslamî nasekinin, naxwazin Rejîma Îslamî hilweşînin, ji ber vê jî taybetmendiyên wan ên demokratîk nîne, taybetmendiyên wan ên reformê tune ye, ev tê wateya nefamkirina rastiya civaka Îranê. Ya rast li gorî pîvanên Rojava nirxandina bûyer û diyardeya ye. Li Îranê bêyî ku li hemberî aliyê Îslamî ya rejîmê were sekinandin, aliyên dogmatîk ên dîn dikare were keritandin, dikare ji amûrkirina dîn ji siyasetê re were derbaskirin û li hemberî dînamîzma civakê ji rewşa astengbûyînê were derxistin. Ji ber vê wateya ku dibêje teqez divê em rejîma Îslamî bidin pêşberî xwe ne bi wateye. Ewên ku wisa dibêjin her çend gotinên afakî bêjin jî, behsa demokrasî û azadiyê bikin jî di civak û siyaseta Îranê de bi bandor nabin. Heta bi helwesta xwe dogmatîzma dîn hişktir dikin û dibin zemîna ku dîn bibe amûrek ji bo siyasetê. Têkoşîna li hemberî dogmatîzma dîn û di siyasetê de bikaranîna weke amûr, wê li gorî şert û mercên Rojhilata Navîn û Îranê be. Pêwîste ku her kes vê baş bizanibe.
Li Îranê çandeke xwirt a civakî û kevneşopiyeke ku xwe spartiye vê çandê heye. Nirxên edalet û wekheviyê di kurahiya nirxên çandî yên civakî de gelekî zêde cihê xwe digre. Çandeke demokratîk û azadîxwaz jî heye. Em dîroka wê ya du dirêj deynin aliyekî, meyla demokratîk a netewî ku kesayetê Musaddik dibe sembola vê, Şoreşa Îslamî ya Îranê, şoreşa ku Şah bin xist bi xwe jî xwedî taybetmendiyên xwirt ên demokratîk in. Di nav civakê de şiyarbûneke bi hêz a demokrasiyê derketiye holê. Li Îranê şoreşeke demokratîk hatiye jiyankirin. Ev şoreş di hest û karakterê civaka Îranê de guhertinên grîng daye çêkirin. Rastiyeke civakî ku kolewarî li hemberî îqtîdar û dewletê stûyê xwe ditewîne nîne. Taybetmendiyeke nêzî rêxistinê û tevgera demokratîk heye. Sîstem bixwe jî ji bo deshilardariya xwe bidomîne pêdivî pê dibîne ku civakê birêxistin bike. Ji ber vê, karakterê ber bi rêxistinbûyînê û bikeve tevgerê ne lawaze. Di roja me ya îro de rastiya gel ku bloka statukoparêzan dihejîne û di dema xwe de şoreşeke demokratîk a li hemberî şah di hindirê xwe de dihewîne heman rastiye. Di hejandina rejîmê de divê bandora şoreşa gel a Îranê jî were dîtin. Rêberê Gelê Kurd, dema ku behsa hilweşandina sosyalîzma reel dike, dibêje ku bi bayê ku Şoreşa Cotmehê pêk hatibû hilweşiya. Ya rast ev nirxandin ji bo Îranê jî derbasdare.
Şoreşa Gelên Îranê ya ku di sala 1979an de pêk hat, tu kes nikare piçuk bibîne. Îslamger jî û demokratên radîkal ên ji gelek aliyên curbecur ên sosyalîst jî beşdarî şoreşa Îranê bûn. Şah bi bereyeke berfireh a têkoşana demokratîk hilweşiya. Divê ev rastî ji bîra tu kesî neçe. Şoreşa li Îranê, hilweşîna Şah bi rêgeha sîlehê nebû. Bi hêza gel a ku di ti şoreşekê de ew çend nebû pêk hat. Di dinyayê de şoreşeke tekaneye ku bêyî bikaranîna çekan, bi serhildaneke berfireh a girseyê pêk hatiye. Di dîrokê de şoreşek ji wan şoreşane ku piştgiriya herî zêde ya girseyê li peye. Lê Şoreşa Îslamî ya li Îranê çiqas çû ji daxwazên gel qut bû, paşverû bû. Vegûhest rejîmeke çewsîner û her çiqas çû li pêş daxwazên azadî û demokrasiya gel bû asteng. Tenê li gorî vê encama derketî nedîtina guherenkariya mezin a ku vê şoreşa mezin di zîhniyet û hestên civakê de derxistiye, wê bibe şaşiyek. An jî li şuna ku bi awayekî zanistî li bûyer û diyardeya were temaşekirin, bi awayekî tepkî û hestiyar meyzandine. Lê siyaset jî zanist jî bi nêzîkahiyên tepkîsel û hestiyar nabe. Divê bûyer û diyarde di nav mekan û diroka xwe de werin dest girtin. Bi vê nêzîkahiya rast a zanistî û bi nêzîkahiyeke rast a sosyolojîk heke were meyzandin, wê rastiya Îranê cuda were xwendin. Heke sosyolojî bi dîrokî bibe û dîrok jî bi sosyolojî bibe û bi vî hawî pêşveçûnên Îranê were analîzkirin, ya rast wê were dîtin ku rewşeke gelekî balkêş heye. Heta em dikarin bêjin ku rewşeke bi heyecan li holê heye.
Li Îranê cin ji şuşa xwe derketiye. Êdî Îran wê ne weke berê be. Ev aliyê muxalif ên ku ji nav bloka kevn a deshilatdariyê derketiye û meyla daxwaza azadî û demokrasiyê ya di nav gel de rast xwendiye û pêşengtî jê re dike, hewildana nermkirin û reformkirina sîstemê wê teqez encam bide. Bloka deshilatdariya li Îranê wê nikaribe vê bayî biçewisîne. Her çend hewil bide ku biçewisîne wê pêrgî bayên bêtir bi kok be. Heke lihevhatinekê pêk bîne, wê di dema pêş de di nav bloka deshilatdariyê de cihê xwe bigre. Na heke nerm nebe, polîtîkayîn xwe yên hişk berdewam bike, hêzên muxalif wê bi piştgiriya gelan deshilatdariya heyî wê bêbandor bike. Dema ku em dibêjin wê deshilatdariya heyî bê bandor bibe û wê sîstemeke reformbûyî derkeve em nabêjin ku wê Îran ji Komariya Îslamî dur bikeve. Wê karektera Komariya Îslamî berdewam bike. Lê wê Komareke Îslamî be ku tê de reform pêk hatiye û bi hin nirxên diyar ên demokratîk were gurçûpêçkirin. Dibe ku şêwazeke demokratîkbûyîna Îslamê ku Rêbertiya me behs dike li Îranê derkeve. Demokratîkbûyîneke li gorî taybetîya Îranê dikare pêş bikeve. Gotina na pêş nakeve, heke ji komara Îslamî neyê derketin, heke navê Îslamî ji holê ranebe ne reform û ne jî demokratîkbûyîn pêk tê ne raste. Gel wê bêyî gotina dijderketina rejîma Îslamî wê di sîstemê de reform û demokratîkbûyînê pêk bîne. Îhtîmaleke mezin pêvajo wê bi vî hawî bimeşe. Yên dixwazin derbarê Îranê de polîtîkayeke rast bimeşînin divê ku pêvajoyê li gorî vê pêşdeçûna bigrin dest û li gorî vê tevbigerin.
Tevgera gel a di pêvajoya hilweşandina Şah de, di nav civakê de guhertin û veguhestineke grîng afirandiye. Di nav civakê de li hemberî çewîsandin û zilmê çanda dijderketinê, li hemberî bêedaletî û neheqiyê çanda dijderketinê derxistiye holê. Divê ev piçûk neyê dîtin. Raperîna gelan dikare nirxên demokratîk ên bi vî hawî derxîne, nirxên azadiyê bi afrîne. Li Îranê raperîna gelan ne weke sorkirina pêşengekî dînî an jî bi sorkirina îmamekî derketiye. Şoreşa Îslamî ya Îranê weke ku di dema Seferên Xaçperestan de hin oldar derketine pêşberî gel, dîn bi kar anîne, tevgerekî afirandine û şerekî pêş xistine neqewimiye. Di vê mijarê de piştî ku şoreşa Îslamî pêk hat gelek nivîskarên rojavayî derbarê şoreşa Îranê de bi vî hawî nivisandin û nirxandin. Piraniya wan xwedî aqlê rojavayiye, ji vê zihniyetê nebihûriye. Lê ruxmî vê jî tevgera mezin a gel, şiyarbûna mezin a demokratîkbûyînê û şiyarbûna civak û ferd bi aşkerayî danîne holê.
Bi gotina ku dibêje rejîma Îranê ya heyî li ser Kurdan wisa diçewisîne, li ser gel bi vî hawî zextê dike, rejîmeke çewsînere ku ev nirxandinên rast in lê dîsa jî em nikarin rastiyên civaka Îranê jinedîtîve bên. Li gorî karaktera niha ya çewsîner em dînamîka dîrokî û civaka Îranê nikarin li gorî xwe binirxînin. Bi taybetî weke KODAR, hêzên ku têkoşîna azadî û demokratîkbûyînê didin, demokratîkbûyîna Îranê dixwazin, li ser esasê siyasî û demokratîk, hewildana çareseriya pirsgirêka Kurd hedef dikin, pêwîste ku pêşketinên li Îranê bêtir bi awayekî objektîf û rasteqîn binirxînin. Heke em bêjin ku di nav welatên Rojhilata Navîn de piştî Kurdistanê, piştî rastiya civaka Kurd, civaka ku herî zêde nêzî nirxên demokratîke û meyla demokratîkbûyînê di hindirê xwe de dihewîne civaka Îranê ye, wê ne şaş be.
Wekî din li Îranê rastiya jinê jî nikare piçûk were dîtin. Pirsgirêkê tenê weke bikaranîna hîcabê destgirtin, feraseteke rojavayî û modernîst e. Helbet hîcaba bi zorê şaş e. Lê ruxmî vê rastiyê li Îranê di nav civakê de jin bi bandore. Rastiyeke jinê ku di nav malê de hatiye hepiskirin nîne. Di qadên îdarî û aborî de, hejmara xebatkarên jin ên di sektora xizmetê de gelekî zêde ye. Li Îranê li hemberî zilam sekna jinê, di nav civakê de cihê jinê nikare piçûk were dîtin. Gelek nivîskar û siyasetmedarên ku rojavayî di encama lêkolînên xwe yên li Îranê, gihîştine nirxandinên balkêş ku dibêje civaka Îranê dayiksalare. Nirxandinên bi vî hawî heta di salên 1990î de hatine kirin. Ev rastî jî dide nîşandan ku jin di demokratîkbûyînê de hêmaneke grînge, di nav civaka Îranê de ne bêbandore. Helbet pirsgirêkan jiyan dike, di hinek saziyan de îradeya jinê bi têrkarî nayê sepandin. Bi taybetî di nav mekanîzmayên biryaran de cihê jinê hema bêje di asta tune de ye. Lê heke li gorî rastiya civakên Rojhilata Navîn were destgirtin, hebûna jina Kurd di nav jiyana civakê de xwedî pozîsyoneke diyarker de ye. Her çend behsa rewşeke erênî were kirin jî, rejîma heyî qada jiyana civakî û çandî di asteke grîng de ji bo jinê girtiye. Ev jî dibe sedem ku guherenkariya civakî têkeve rewşeke zehmet de û di guhertinên qadên siyasî, civakî û çandî de rolê jinê bi sînor be. Lê ruxmî vê li Îranê di mijara kurkirina demokratîkbûyîn û azadiyê de jî xwedî potansiyeleke grîng e. Ji xwe di nav tevgerên piştî hilbijartinan de jî tê dîtin, jin xwedî bandoreke grîng e.
Rojavayî jî li Îranê behsa potansiyela grîng a jinê dikin. Lê profîla jinê ya ku ew ji bo Îranê difikirin jina modernîst a rojavayi ye. Jina ku li gorî pîvanên modernîst e. Ev jî şaşiyeke mezin e. Wê li Îranê jin bi bandor be, wê bandora xwe bêtir pêş bixîne. Lê wê ev ne ew jina ku li gorî zîhniyeta modernîst a kapîtalîzmê be ku ew xistiye nav qalib û modelekê de. Belkî demeke din jî hîcaba bi zorê, kevneşopî, çewisandina civakî û îdarî were meşandin lê wê li ser rola jinê ya ji bo demokratîkbûyîna Îranê bandor neke.
Li Îranê asta perwerdeya jinê ji dema bihûrî baştir e. Bi qasî karkirina jinê tiştekî xwezayî û normal ti tiştek nîne. Hewildana ku jin ji malê derkeve û kar bike, li ser lingê xwe karibe bisekine, li hemberî vê rakirina astengiyan di rastiya xwe de tê teşwîqkirin. Ev jî ji ber encama rola jinê ya bi bandor a di şoreşa Îranê de ye. Wekî din li Îranê di dema Neolîtîkê de di nav civakê de ji cîh û rola xwedavendê kokên xwe digre.Dibe ku weke li Kurdistanê ne diyarker be, weke çanda xwedavendê ya li cografyaya Kurdistanê di nav dîrokê de ne xwedî bi bandor be. Lê dîsa jî em dikarin bêjin ku di cografya Îranê de jî çanda xwedavendê grînge. Li gorî vê bandora jinê ya dîrokî di nav jiyana civakî de xwedî damareke gelekî xwirt e.
Ji dînamîzma ciwanan ji xwe şik nayê kirin. Îran xwedî nifûseke gelekî ciwane. Lê ev nifusa ciwan ji ber sedema pêkanînên antîdemokratîk û hişk ên rejîmê di nav jiyana civakî û çandî de ne bi bandore. Bi vî hawî bi kêmanî weke jinê di nav civakê de di pozîsyonekê de ye ku nikare xwe îfade bike. Ji ber vê jî ciwan jî daxwaza guhertinê dikin. Ji halê heyî ne kêfxweş in. Weke ku di hilbijartinên dawî de jî tê dîtin potansiyela ciwanan gelekî berz e. Ji ber vê ji derve, ji nirxên rojavayî hin bandorbûnek heye. Ya rast ji ber karakterê çewsîner ên rejîmê ciwan xwedî meyleke bi vî hawî ne. Ciwantiyeke dilbijok û di nav lêgerînê de heye. Lê ev li şuna jiyankirina nirxên çanda rojavayî bêtir weke li hemberî çewsîneriyê dijderketinek û tepkiyekê derdikeve. Ji vir û şun ve jî wê di nav tevgera muxalefetê de hêza herî bi bandor wê ciwan bin.
Îran êdî wê ne weke Îrana berê be, lê di heman demê de wê ne Îrana ku DYE, Ewrûpa an jî welatên Ereb dixwazin jî nebe. Heta dikare bê gotin ku wê rastiya Îraneke ku ne bi kêfa DYE û Ewrûpa derkeve. Êdî di roja me ya îro de antîemparyalîzm, antî Amerîkanî an jî li dijî vekirina dinyayê derketin weke di mînakên Iraq û Îranê de jî tê dîtin, bi rejîmên otorîter û çewsîner nabe. Ji ber ku li pey wan hêz û piştgiriya gel tune ye, ji bo derve jî pozîsyona wan her tim lawaze. Lê rêveberiyeke ku hêza gel li peye, demokratîkbûyînê pêk tîne, bi gel re di nav aşitiyekê de ye, li ser esasê rêxistinbûyîna gel birêve diçe, li hemberî DYE jî, li hemberî emperyalîzmê jî û her wiha li hemberî derve jî dikarin bi rehetî dijderketinekê pêk bînin. Li gorî vê Îraneke ku bêtir nerm, reforman pêk tîne û bi pêngavên demokratîk hêza civakî bêtir berfireh dike û mafê rêxistinbûyîn û azadiya îfadeyê nas dike, li hemberî DYE û rojava wê xwedî pozîsyoneke bêtir xwirt be.
Muxalefeta heyî helbet bi dinyayê re şer naxwaze. Pevçûneke tuj naxwazin lê feraseteka muxalefetê ya ku bibin nokarê rojava, bi rojava re bibin yek, nirxên rojava qebûl bikin tune ye. Fikira ku dibêje Îraneke ku Ruhanî an jî gelek molla, wê li ser DYE û Ewrûpa bi bandor bibe şaşe. Hetta heke ev bêtir bi hêz bibin, bi destxistina piştgiriya gel di hin mijaran de polîtîkayên DYE yên derbarê Îranê de bêtir bi hêsanî dikarin vala derxinîn. Wê ev di vala derxistina polîtîkayên DYE yên li ser Îranê bêtir xwedî bandor bin. Ji ber vê di gelek hevdîtinan de Rêber Apo ji bo serokkomarê kevn Ehmedî Nejad got, xizmeta Emerîkayê dike. Ev jî rastiyekê îfade dike. Li gorî fikrên hin aliyan ku dibêje heke muxalefeta heyî bi bandor bibe wê bandora DYE û Ewrûpa li ser Îranê zêde nebe. Ji ber vê dema ku pêşdeçûnên li Îranê tê nirxandin divê ku ev rastî li ber çavan were girtin.
Lê bloka muxalif a heyî jî wê pêdiviya azadî û demokratîkbûyîna gel pêk neyne. Ji ber vê gel wê derbarê demokrasî û azadiyan de pirsgirêkên grîng jiyan bike. Wê di navbera wan û hemberî daxwazên xwirt ên gel ê ji bo demokratîkbûyînê de, gengeşiyek were jiyankirin. Ji xwe dînamîka demokratîkbûyînê jî di encama van gengeşiyên pozîtîf pêş dikeve û kur dibe.
Xisûseke din ku divê bê zanîn ev e; li Îranê çanda Şîa ji bilî weke motîfeke dînî be, bûye taybetmendiyeke netewî. Heke dev ji vê berde, hevsengiyên Îranê wê xirabibe. Ji ber vê Îran her çend Şîatiyê, taybetmendiya xwe ya dînî ji dogmatîkbûyînê û qaliban derxîne jî wê dîsa jî berdewam bike. Ji ber ku hevsengiyên hêzê yên li Îranê, li ser esasê hevbeşbûna mezheba Şîa yê di navbera Faris û Azeriyan de ava bûye. Ji ber vê Şîatî di siyaseta Îranê de hêmana herî grîng a hevsengiyê ye. Ev ne tiştekî nû ye, rastiyeke ku di nav dîroka xwe de pêk hatiye. Heta bazirganî û aborî bi giranî di destê Azeriyan de ye. Di hêla aborî de ji bêhêzbûna Azeriyan aciz nebû ne. Her çend di roja me ya îro de Faris jî di hêla aboriyê de bi hêz bûbin jî, di dîrokê de rastiyeke wisa heye. Faris jî bêtir di qadên burokrasiyê de, leşkerî de xwedî bandor e. Her du aliyan jî van hevsengiyan qebûl kirine. Ji ber vê Faris wê Şîatiyê weke çandeke ku ew bi Azeriyan re dike yek berdewam bikin. Şîatiya çandî ji bo civaka Îranê hevbeşîya herî bingehîne. Bi kêmanî Azerî û Faris dixwazin ku vê hevpariyê berdewam bikin. Di dahatuyê de her çend Kurd di nav hevsengiya siyasî de cihê xwe bigrin jî wê Azerî û Faris ti carî dev ji vê peywendiyê bernedin. Bi kêmanî wê demeke dirêj bi vî hawî berdewam bike.
Ev tevgerên heyî wê li ser siyaseta navxweyî ya Îranê jî bandoreke xwe ye grîng çê bike. Ev gengeşeya heyî wê di serî de ji bo gelê Kurd û civakên ku di bin zextê de ne bibe sedema rehetbûnekê. Rejîma zextker a heyî zor û zehmetiyên ciddî jiyan dike. Ne di wê rewşê de ye ku bi awayekî hişk bi ser muxalefetê de here. Ji ber vê bi armanca ku hin alî bi muxalefetê re nebin yek û bereya muxalefetê teng bike, di hin mijaran de nêzîkahiyên nerm nîşan dide. Ji ber ku rejîma Îranê bi helwesteke tund nikare ji vê pêvajoyê derbas bike. Vê dibîne, Ji xwe civaka Îranê jî ji tundiyan re ewqas bi hêsanî serî natewîne. Helbet tevgerên heyî ne weke destpêkêne. Xwepêşandan kêm bûne, lê ev nayê lawaziya muxalefetê. Ev hinekî bi karakterê civaka Îranê re girêdayî ye. Wekî din muxalefeta heyî rasterast dijderketineke tund nade ber çavê xwe. Ya rast hêza muxalefeta civakî dibîne û bi piştgiriya vê hêzê dixwaze gav bi gav rejîmê paşve bixîne. Zeman ne li dijî muxalifan lê li dijî rejîmê kar dike. Ji ber vê em dikarin wiha bêjin; rejîma heyî ji bo pêşîgirtina berfirehbûyîna bereya muxalefetê wê nêzikahiyên nerm nîşan bide. Muxalif jî ji bo bi aliyên muxalif ê din re peywendiyan ava bikin wê polîtîkayeke nerm bişopîne.
Hêzên demokratîk ên li Îranê bi vê aliyê muxalif re dikare peywendî deyne. Şert û mercên vê hene. Reva ji peywendiyê şaş e. Îcbariya ku dibêje bila li ser xeta me muxalefetê bimeşînin, xwe li derveyî siyaseta Îranê hêştine. Gotina ku dibêje ev ne reformxwazin û ne jî demokratîk in û tiştek ji van dernakeve ne di cîh de ye. Pevçûn û blokbûna di nav rejîmê de ne tiştekî ji rêzê ye. Divê were dîtin ku aliyên muxalif di asteke diyar de dixwazin ku civakê veguhêzin. Erê, hewildan ji binî ne rakirina rejîmê ye, dixwazin ew veguhêzin, nerm bikin. Karakterê rêveberiya niha ji hêla aliyê muxalefeta heyî ku berê ew jî di asta rêveberiyê de bûn, nayê qebûlkirin.
Helbet wê hêzên demokratîk ji vê pêvajoyê sudê wergirin. Ji ber ku heke di vê pêvajoyê de têkoşan were pêşxistin, wê derfetên demokratîkbûyîna Îranê û azadiya gelê Kurd derkeve holê. Lê ev sudwergirtin wê ne li ser esasê polîtîkayên DYE û Ewrûpa be. Divê em nebin amûrên polîtîkayên mîna ku dibêje; di nav Îranê de nakokî derketin, wê demê em hêzên girêdayî xwe têxin tevgerê, di vê rewşa teng de em bi vî hawî bi ser Îranê de herin û ew bikin rejîmeke girêdayî xwe. Ji ber ku di vê pêvajoyê de hin nîşaneyên vê yekê hene. Lê ev bendewarî ne bendewariyên rasteqînin. Ew aliyên ku li ser esasê vê bendewariyê polîtîkayan dimeşînin, li Îranê mehkûmê wendakirinê ne.
Ji ber vê em weke KODAR divê ne li gorî riwangeha rojavayiyan li pêşketinên Îranê binêrin û her wiha bi awayekî sekter divê nêzî hêzên muxalefetê nebin. Helbet aliyên ku werin rexnekirin hene û tên rexnekirin jî lê pêwîste ku bi van hêzan re şêwazê avakirina peywendiyeke nerm pêş bikeve. Divê em ji helwesta ku van aliyan bitirsîne, ji bo muxalefeta Îranê nêzîkahiyeke ku dûr dixîne raber nekin. Ji ber vê divê ku di serî de ji gotinên rojava û DYE, ji bendewariya pêvajoya demokratîkbûyîna ya li gorî rojava û avakirina Îraneke li gorî rojava dûr bisekinin. Demokratîkbûyîna Îranê wê ne li gorî bendewariyên rojava pêk bê. Tişta ku rojava, Ewrûpa hêvî dike ne demokratîkbûyîna Îranê ye. Ew bi giştî dixwazin ku Îran bibe nokar û di hêla aborî de jî bi temamî lîberal be. Lê li Îranê jî helwesteke civakî a ku nokariya rojava nake, xwe ji vê dûr dixîne heye. Divê ev were dîtin. Ji xwe meyla nokarî û heyraniya rojava ne tiştekî baş e. Ji ber vê divê sekna ku xwe dûrî rojava digre weke sekneke ne baş neyê nirxandin.
Ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî û demokratîkbûyîna Îranê, divê bibe hewildana KODARê. Her wiha em dikarin polîtîkayeke mîna Îraneke demokratîk, Kurdistana federal an jî xweser pêş bixînin. Bêgûman demokratîkbûyîna Îranê wê ji bo azadiya gelê Kurd jî derfetên grîng ava bike. Li gorî vê divê li ser civaka Îranê û hêzên muxalif, KODAR xwedî bandorekê be, ji bo wan rakêşer be.KODAReke ku weke di bin bandora rojava, DYE de ye di siyaseta Îranê de nikare xwedî bandor be. Dijberî vê bi feraseta ku dûrî rojava ye, ji feraseta demokrasî û azadiyê ya rojava cuda difikire, raber bike. Ji xwe di rastiya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Gelê Kurd de feraseta azadî û demokrasiyê qet ne weke ya rojava ye. Ne weke Ewrûpa û DYE ye jî. Dijî vê feraseta wan a demokrasî û azadiyê jî, çand û şêwazê jiyana wan jî û polîtîkayên aboriyê jî bi awayekî gelekî ciddî rexne dike. Rêbertî herî dawî kapîtalîzmê weke kansêrê pênase kir. Bi taybetî diyar kir ku modernîzma di dinya rojava de mirovatiyê tune kiriye. Ji xwe Rêbertî diyar kir ku parazname û nirxandinên xwe, li hemberî modernîteya kapîtalîst weke parastina Rojhilata Navîn pênase kir. Feraseta Rêbertî ya ji bo demokrasî û azadiyê, di cewherê xwe de rastiya Rojhilata Navîn îfade dike.
KODAR jî, gelên Rojhilata Navîn jî û hêzên siyasî yên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê didin, divê bi zîhniyet û helwestên xwe, girêdayîna xwe ya bi rastiya Rojhilata Navîn re raber bikin. Helbet li Rojhilata Navîn hedefeke herî grîng a di têkoşînên demokrasî û azadiyê de, di nav jiyana siyasî, civakî û çandî de derbaskirina dogmatîzmê û paşverûyane ku dînamîzma civakê dikûjin. Lê ev jî ne bi hişmendiya rojavayi ye, li ser nirxên erênî yên Rojhilata Navîn û li gorî rastiya dîrokî wê pêk were. Li Îranê polîtîkayeke bi vî hawî ku rastiya Rojhilata Navîn û Îranê li ber çavan digre, dikare bi bandor bibe. Ji ber ku li Îranê nêzîkahiya ji bo Kurdan weke ku li Tirkiyeyê heye ne ewqas li ser esasê înkarê ye. Helbet dixwazin bibin netewê serdest, naxwazin dev ji serweriya xwe ya li ser Kurdan berdin. Mafên bingehîn ên netewa demokratîk nas nakin. Îradeya sîyasî ya demokratîk a Kurdan nayê naskirin, mafê perwerdeyê di serî de mafên ku Kurd karibin hebûna xwe ya netewî berdewam bikin û pêş bixînin nayê qebûlkirin. Polîtîkayeke weke ku Kurd hene lê mafên wan tûne ye tê birêvebirin. Têkoşîna netewa demokratîk a Kurdan bi şêwazên zorê dixwazin biçewisînin. Sêdarekirin, komplo, ajankirin û bi gelek şêwazên din hewil didin ku têkoşîna gel a azadiyê biçewisînin. Lê ji bo çareseriya pirsgirêkê xisûseke ku were nirxandin ewe ku bi awayekî aşkere polîtîkayeke înkarê nayê birêvebirin. Tevgera ku li Îranê heye, di encama vê de daxwaza reform û nermbûnê, di civaka Îranê de derbarê pirsgirêka Kurd de ji bo çareseriyeke demokratîk dikare hin ramanên nû derxîne holê. Ji bo vê divê polîtîkayên rast were meşandin. Di van kêliyan de, di kêliyên şoreşê de, di kêliyên tevgerên gel de, meşandina polîtîkayên rast û birêvebirina taktîkên nerm divê esas werin girtin. Divê KODAR û tevgerên din ên Kurd di vê mijarê de nekevin nav feraseteke teng.
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku li Îranê pêş dikeve xwedî wê potansiyel û hêzê ye ku him polîtîkayên rast bimeşîne, him mudaxilê pêşveçûnên siyasî yên li Îranê bibe û him jî naverok û hedefên tevgera heyî ber bi demokratîkbûyînê ve bêtir berfireh û kur bike. Îradeyeke bi vî hawî heye. Li Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya gel a ji bo Tevgera Azadiya Gelê Kurd nikare piçûk were dîtin. Ya rast bandora xwe li ser civaka Îranê jî dike. Rastiyeke Tevgera Azadiya Kurd û civakeke Kurd a Demokratîk heye ku ji hêla devleta Îranê ve jî, ji hêla muxalifên Îranê ve jî, ji hêla civaka Îranê ve û ji hêla hêzên herêmî û derve ve jî bi baldarî tê şopandin. Vê bandoriya xwe nabe ku bi nêzîkahiyên teng, bi polîtîkayên duz û weke çepgirên klasîk tenê behsa hilweşandinê bike. Heta feraseta çepgir û sosyalîstên ku di paradîgmaya kevn de bi israr in û tenê behsa hilweşandina dewletê dikin, azadî û demokratîkbûyînê tenê di encama hilweşandina dewletê de dibînin rast nabîne. Demokrasî di cewherê xwe de rêxistin û di encama vê de jî meşandina têkoşînê ye. Teqez hilweşandina dewletê û li şuna wê jî avakirina dewleteke din nîne. Di cewherê xwe de polîtîkaya ewên ku dixwazin dewletê hilweşînin polîtîkaya avakirina dewleteke dine, polîtîkaya daxwaza avakirina dewleta xwe ye. Yanî ne polîtîkaya demokratîkkirin û azadkirina civakê ye. Ji dewletên tên avakirin jî dibêjin dewletê karkeran, dewleta gel. Dewleteke bi vî rengî nîne. Li gorî vê di cewherê xwe de pêkanîna rêxistinbûyîna demokratîk a civaka Kurd, li ser esasê vê rêxistinbûyînê jî, li dewleta Îranê, li Îranê û Kurdistanê pêşxistin û rêxistinkirina demokratîkbûyûnê bêtir stratejiyeke rast e.
Polîtîkaya çareseriyê ya Tevgera Azadiya Kurd ku bi gelên din re bi mîhwera jiyaneke bihev re, di nav sînorên Îranê de, di nav sînorên Tirkiye de û di nav sînorên Sûrî de, polîtîkayeke rast e. Divê em bifikirin bê emê vê çareseriyê çawa pêk bînin. Ev karê têkoşanê ye. Bi mûcîzeyekê an jî bi rêkurtan ev nabe. Fikirandina ku hinek werin welat û demokrasiyê pexş bikin, ji xwe ne demokrasî û azadîxwaziye. Têkoşîna li Tirkiye heta roja me ya îro bi çi hawî hatiye divê baş were zanîn. Gelê Kurd bi berxwedaniyeke mezin, bi bedelên mezin heta roja me ya îro hat. Ji ber vê divê hewildana rêxistinbûyîna demokratîk, pêşxistina têkoşîna civakî û têkoşîna yekbûyîna bi hêzên demokratîk re were dayîn. Helbet wê girtin, îşkence, qetil û hin azariyên din jî derkevin holê. Bi têkoşîneke ku wê bi bedêlên giran pêşbikeve, wê gelê Kurd qada xwe ya azadî û demokrasiyê berfirehtir bike, rêxistinbûyîna xwe demokrasiyê bi hêz bike û wê li Îranê têkoşîna demokratîk pêş bixîne, kur bike. An na feraseta ku dibêje ezê tenê têkoşîna çekdarî birêve bibim, ezê têkoşîna gerîla pêş bixim, ezê hilweşînim, birûxînim, feraseteke gelekî klasîke û tarzê kevn ê rizgariya netewî ye. An jî bi palpiştiya hin hêzên derve, bi piştgiriya dewletên herêmê daxwaza encamgirtinê ne feraset û tarzê têkoşîna raste. An jî weke li Sûrî û Iraqê hin werin û lêxin, emê jî bi wan re di nav peywendiyan de bin, bi vî hawî emê hin tiştan bi dest bixin ne nêzîkahiyeke rast e. Rewşeke ku li gorî şertên Sûrî derketiye weke ku wê li her derî bi heman awayî be nirxandin, û polîtîkayê li ser vê avakirin teqez wê bide wendakirin. Ev nêzîkahî di cewherê xwe de nêzîkahiyên bêtêkoşînî û hewildanê ne. Nêzîkahiyên bi vî hawî ji feraseta gel a ku xwe bi xwe bi rêxistin bike, li ser esasê têkoşînê demokrasiyê berfireh bike, li ser esasê azadî û demokrasiyê peywendiyên bi gelên herêmê re ava bike, dûr e.
Polîtîkaya Rizgariya Klasîk a Netewî an jî bi welatên herêmê re heta dawî li ser esasê pevçûn û şer bidestxistina hin tiştan polîtîkayeke şaş e. Ev polîtîka weke ku hin difikirin wê sudê nede Gelê Kurd. Dijberî vê divê were dîtîn ku polîtîkayeke bi vî hawî wê bêtir zerarê bide Gelê Kurd. Meylên bi vî hawî li Îranê di nav tevgerên Kurdan de jî tê dîtin. Ev nêzîkahiyên ne polîtîk, rêkurt û ji encamgirtinê jî dûr in.
Nêzîkahiya herî rast, di hemû parçeyan de asta têgihiştina ku bi gelê Kurd re derketiye her wiha asta rêxistinbûyînê jî bêtir birêxistinkirin û di encama vê de pêşxistina têkoşînê ye. Weke ku li Îranê jî tê dîtin, hin derfetên ku derdikevin ji bo têkoşîna demokratîk nirxandin wê bêtir encamgir be. Yanî li hemberî rûdanên ku li Îranê diqewimin divê ji rewşa temaşekirinê were derketin. Teqez ji bo demokratîkkirina Îranê ji bo weke hêza herî bi bandor rol were girtin, taktîkên polîtîk yên xuliqdar, gotarên guncav û şêwazên têkoşînê yên guncav û li ser vî esasî pêşxistina hewildana çareseriya pirsgirêka Kurd divê were pêşxistin. Niha li Îranê pêdivî bi aktorên ku karibin bi tevgera heyî têkoşînekê bidin meşandin, tevgera civakî bi rêxistin bikin û bibin hêza têkoşînê, heye. Bêguman KODAR di nav van aktoran de aktorê sereke ye. Nirxandinên îdeolojîk û teorîk ên ku KODAR esas digre, feraseta rêxistin û rêxistinbûyînê û xeta têkoşînê, destûr dide ku KODAR li Îranê bibe aktoreke grîng ê siyasî û civakî. Ji xwe KODAR ji niha ve li Rojhilatê Kurdistanê weke tevgereke bi bandor, berendam û amadeye ku vî rolî li Îranê bileyze.
Li Îranê Tevgera Azadiyê di têkoşîn û muxalefeta xwe de, xwedî program, rêxistinbûyîn û tarzê têkoşîneke cuda ye. Lê dema ku li derveyî xwe hin pêşveçûyîn rû dan, nayê wateya ku bi derdorên cuda yên li derveyî xwe, rastexo an jî nerastexo, di têkoşîna demokrasiyê de hevparî ava neke. KODAR helbet li ser esasê paradîgmaya xwe, wê di nav rêxistinbûyînekê de be. Wê rêxistinbûyîna xwe ya civakî li ser bingeha konfederal û demokratîk bike. Li kêleka daxwazên giştî yên demokratîkbûyînê, derbarê Kurdistanê de jî wê li gorî bernameya xwe, xwedî daxwazan be. Di têkoşîna li Îranê de him wê têkoşîna xwe bi layengerên her rengî yên demokrasîxwaz re hevpar bike, him jî di vê têkoşînê de wê hewil bide ku bi tarzê xwe jî xwedî bandor be. Wê ferqa xwe di têkoşîna xwe, rêxistinbûyîna xwe û xebatên xwe de nîşan bide. Hilbijartinên dawî yên li Îranê nîşan da ku derfetên têkoşîna li ser esasê rêxistinbûyîna civakê heye. Bi daxwazên rast û di cîh de, bi peyam û şêwazên rast û di cîh de, bedêl çendîn giran dibe bila bibe derfetên birêvebirina têkoşîna siyasî demokratîk heye. Ne grînge bê derfetên yasayî hene an na. A grîng meşrûiyeta civakiye. Li ser vî esasî bi şêwazên rêxistinbûyîn û têkoşîneke xuliqdar, têkoşîneke bi bandor dikare were li dar xistin. Ev herî zêde li Tehranê, li bajarên Îranê û herî zêde jî li Kurdistanê dikare were pêşxistin.
Di şert û mercên Îranê de gotina tunebûna derfetên têkoşînê, di cewherê xwe de rastgiriye, ji têkoşînê rev e, pêşxistina reva ji têkoşînê ye. Her wiha vê ferasetê weke ku polîtîkayek be, weke ku nêzîkahiyeke rast be, xapandina xwe û xapandina civakê tê dîtin. Bi nêzîkahiyên ku ji hin deveran bendewariya hin tiştan dike, polîtîka nayê meşandin. Li hemû parçeyan bandora azadî û demokrasiyê ya Tevgera Azadiya Kurd, li Kurdistanê çawa bi tevger bibe, her çend bedêlên giran werin dayîn jî qenal û çeperên têkoşîna demokrasiyê çawa dikare were vekirin, divê were destgirtin û polîtîkayên rast werin birêvebirin. Ji ber ku ev pêvajo heke polîtîkayên rast û têkoşîneke bi bandor were pêşxistin, teqez dikare derfetên encamgir derxîne holê.
Divê were dîtin ku li Îranê demokratîkbûyîn û Têkoşîna Azadiyê di nav şert û mercên Îranê de dikare pêş bikeve. Muxalefeta ku li Îranê pêş bikeve wê ne layengerê rojava be, dikare bê gotin ku li hemberî rojava wê bêtir xwedî helwesteke hevgirtî be. Li gorî dîtina vê rastiyê, gotineke nû, polîtîkayeke nû û bi uslûbekî nû, divê têkoşîna demokratîk were pêşxistin. Helbet gerîlla dîsa weke temînata azadî û demokrasiyê wê hebûna xwe berdewam bike, wê hêza parastinê be. Li hemberî her cûre êrîşan wê gel û nirxên gel biparêze. Fikirandina têkoşîneke bê parastina rewa, bi taybetî li Rojhilata Navîn, teslîmkirina berx ji bo gur e. Lê bi gerîlla meşandina hemû têkoşanê, feraseta ku bi vî hawî ezê lê dim, parçe bikim, ezê parçeyek xak bi dest bixim ne rast e. Li şûna vê, bi hebûna hêza parastina rewa, bi hedefa pêşxistina rêxistinbûyîna demokratîk, yekbûyîna bi gelên Îranî re, Îraneke demokratîk û Kurdistaneke federal an jî xweser a demokratîk divê têkoşan were pêşxistin.