Li Îranê ji ber erdhejê 5 kes mirin

Li bakur rojavayê Îranê doh bi şev bi dijwariya 5.9 pileyî erdhejek pêk hat û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku erdhej li qadeke ji 120 kîlometreyan li başûr rojhilatê bajarê Tebrîzê pêk hatiye.

Li gorî Navenda Sîsmolojî ya Enstîtuya Jeofîzîk a Zanîngeha Tehranê dijwariya erdhejê 5.9 pile bû.

Di navbera Pêncşem û Înê de ji 4.0 heta 4.8 pileyî pênc caran erdhejên biçûk qewimîn.

Waliyê eyaletê Mûhammed Reza Pûrmûhammedî ji televîzyona Îranê re ragihand ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, her wiha 30 xanî jî hilweşiyan. Televîzyona dewletê diyar kir ku 120 kes jî birîndar bûn.

Li Îranê hejmareke zêde plakayên tektonîk hene. Di Mijdara 2017'an de li wîlayeta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ji ber erdheja bi dijwariya 7.3 pileyî 620 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di sala 2003'an de li eyaleta Kermanê 31 hezar kes û di sala 1990'î de jî li bakurê Îranê 40 hezar kes ji ber erdhejan jiyana xwe ji dest dan.