Li Înnsbrûck û Rennesê çalakiyên ji bo Ocalan

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê û li bajarê Rennes ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo azadiya Ocalan meşek organîze kir. Girseya gel ji ber peykerê Annnasaûele dest bi meşê kir, di nava bajêr de meşiya û li heman meydanê vegeriya. Di meşê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Bijî Serok Apo" û "Freîheît fur Ocalan" hatin qîrîn.

Di dema meşê de komek ji faşîstên Tirk hewl da provokasyonê bike, lê bi ser neket.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li meydana Charles de Gaûlle li hev civiyan, meş û mîtîngek li dar xistin. Çalakgeran di meşê de belavok belav kirin û ji bo azadiya Ocalan dirûşm qîriyan.

Li qada mîtîngê jî peyam hatin dayin û hat. Qisekeran komploya navneteweyî şermezar kirin û bi bîr xistin ku afirînerê şoreşa Rojava, Ocalan e.

Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.