Li Îngilîstan û Qibrisê ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin

Li bajarê Shefîled/Doncaster ê Îngilîstanê û bajarê Lefkoşa yê Qibrisê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Shefîled/Doncaster ê Îngilîstanê û bajarê Lefkoşa yê Qibrisê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

LEFKOŞA

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê dijîn, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. Li ber Rîk Ofîs a  qenala dewletê çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin. Çalakgeran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Faşîst Tirkiye" qîriyan.

Rayedarên televîzyona Rîk ragihandin ku ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û bi Kurdan re ne.

Ji navenda Çanda Kurd Yasîn Tarboûch li vê derê axivî û bal kişand ser rewşa Ocalan.

Wekî din, li ber nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Lefkoşayê jî kon hatiye vedan.

SHEFÎELD/DONCASTER

Li bajarê Shefîeld/Doncaster ê li bakurê Îngilîstanê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.

Çalakegran diyar kirin, ku Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e û nêzîkatiya li wî, nêzîkatiyeke gelekî xetere ye.

Qisekeran gotin, heta ku agahî ji Ocalan bê girtin wê çalakiyên xwe bidomînin.