Li Êlih û Izmîrê terora girtin û destgîrkirinê ya polîsên Tirk

Li Êlihê 1 jê zarok 2 kes hatin girtin û li Izmîrê jî 5 kes hatine destgîrkirin.

Rejîma AKP-MHP'ê terora girtin û destgîrkirinê ya li ser Kurdan û dostên wan ku li bara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng namînin, didomîne.

ÊLIH

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji 8   HDP'yiyan 6 jê, ku li Xaçerêka Çapemeniyê ya Kolana Ataturkê 'zincîr mirovî' çêkiribûn, bi hinceta ku rê li trafîkê girtine, 28'ê Nîsanê hatibûn destgîrkirin biribûn dadgehê 2'yê  Gulanê hatibûn girtin.

Têkilî bûyerê xwendekarê pola 8'an W. K (15) ku  û Muhammed Şerîf Çîçeklî (18) ku 7'ê Gulanê hatibûn destgîrkirin, bi hinceta ku 'endamê rêxistinê' ne û 'propagandaya rêxistinê kirine'' hatin girtin.

Bi hinceta ku 28'ê Nîsanê bi çêkirina 'zincîra mirovî' li Xaçêrêka Çapemeniyê ya Kolana Ataturk a li Êlihê çêkiribûn, 

IZMÎR

5 endamên ESP'ê ku li dijî tecrîdê û ji bo ku balê bikşînin ser greva birçîbûnê li Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ketibûn greva birçîbûnê hatin destgîrkirin.

Kesên ku hatin girtin: Satiye Ok, Kerîm Altinmakas, Ozlem Tunç, Sînan Tekdemîr, Ertürk Yilmaz û Cemîle Yerdut.