Li Çûkûrovayê zextên li ser girtiyên siyasî didome

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Îlhan Ongor diyar kir ku li girtîgehên li Çûkûrovayê zextên li ser girtiyan zêde dibe.

Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê û li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 2’an a Osmaniyayê zextên li ser girtiyan didome.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Îlhan Ongor qala zextên li ser girtiyan kir. Ongor diyar kir ku girtiyên li Osmaniyeyê dema ku bi malbatên xwe re bi telefonê dipeyivin bi hincetên wekî propagandaya rêxistinê dikin, cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn.

Ongor got ku “Li girtîgehan hejmartina li ser lingan li girtiyan tê ferzkirin, dema ku girtî ranabin ser pêyan jî gardiyan bi milê wan digirin û wan bi darê zorê radikin ser pêyan. Di hevdîtinên bi girtiyan re me dît ku di warê bidestxistina pirtûk û kovar û rojnameyan de astengî tê kirin û li girtîgeha rojnameya Yenî Yaşamê nayê peydakirin. Li Osmaniyeyê jî nameyên girtiyan nadin wan û dema ku name bi Kurdî be, heqê wergerandina nameyê ji girtiyan dixwazin.

‘HINEK GIRTÎ 2 SAL IN NIKARIN HEVDÎTINÊ BIKIN’

Li Osmaniyeyê kesên ji ber doza Nisêbînê tên darizandin, bi taybet li ser wan zext tên kirin. Ji ber ku cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn, hinek girtî hene ku 2 sal in nikarin hevdîtinê bikin.”