Li Çukurovayê bîlançoya ‘qirkirina siyasî’ ya hefteyekê
Li Edene, Mersîn, Hatay û Antalyayê vê heftiyê 75 kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de xwendekar û hunermend jî hene.
Li Edene, Mersîn, Hatay û Antalyayê vê heftiyê 75 kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de xwendekar û hunermend jî hene.
Li Edene, Mersîn, Hatay û Antalyayê vê hefteyê 75 kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de xwendekar û hunermend jî hene.
EDENE
Ji 23’yê Mijdarê ve bi operasyona bi navenda Edene li Amed, Semsûr, Bûrsa û Êlihê ya bi ser xwendekar û endamên HDP’ê de 43 kes hatin binçavkirin. Diyar bû ku dema binçavkirinê hatiye dirêjkirin û her wiha li ser dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayin. Diyar bû ku 43 kesên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê têne girtin bi îdiaya ku ‘avaniya ciwanan a PKK’ê ne, fînansê ji rêxistinê re peyda dikin û kuryetiyê dikin’ hatine binçavkirin.
Hin kesên ku hatin binçavkirin ev in: Firat Yapici, Vedat Tosun, Nadiye Acer, Dîcle Akdenîz, Kasim Dogan, Zubeyde Kuçukker, Lokman Baran, Ruken Taş, Huseyin Kayra Uleç, Songul Bozkurt, Mahmut Gunduz, Ugur Kocaaga, Suleyman Gasir, Fatmagul Kurt, Kubra Tayfur û Zahide Bîlgen.
MERSÎN
Li Mersînê jî li dijî xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê ku bi biryarnameyê hatibû girtin operasyona binçavkirinê hate kirin û 24’ê Mijdarê 11 kes hatin binçavkirin û piştre jî 3 kes hatin binçavkirin. Dema binçavkirina 14 kesan hate dirêjkirin û her wiha biryara nepeniyê li ser dosyayên wan hate danîn.
Diyar bû ku vîdeoya beriya bi 2 salan hatî girtin û derhêneriya wê Hîv Gokel kirî, bernameya ‘Mekan Sanat Mersîn’ hatiye pirsîn.
Kesên ku hatine binçavkirin: Arîf Adali, Seyhan Yildirim, Gulîstan Tûran, Savaş Bozkurt, Fatma Uslu, Mehmet Aykût, Selahattîn Akin, Songul Erîş, Umît Serca, Rustem Sonmez, Nursel Akşîn, Hebûn Yuksekbag, Hîvda Gokel, ku piraniya wan muzîsten, şanoger, mamosteyên folklorê ne.
Diyar bû ku Şîrin Çoban, Adar Bozaner, Cejna Sarûhan û Songul Dîşbûdak ku li ser wan biryara binçavkirinê heyê ne li malên xwe bûn.
HATAY
Li Skenderûn, Antakya û Dorytolê yên Hatayê 25’ê Mijdarê bi operasyonekê 10 kes bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê’ hatine binçavkirin û dema binçavkirina wan hatiye dirêjkirin.
Kesên ku hatin binçavkirin: Şehmuz Taşan, Ahmet Barış, Abdullah Oskar, Selahattin Efeturk, Ahmet Ozgeyîkçî, Mehmet Hantaş, Şîar Beştaş, Omer Alataş û her wiha navê 2 kesên dî jî diyar nebûye.
ANTALYA
Li Antalya jî 24’ê Mijdarê li taxa Şafak û Guneşê operasyon hate kirin, 8 kes hatin bi îdîaya ku li ser medya civakî ‘propagandaya rêxistin’ê kirine hatin binçavkirin. Dema binçavkirinê hatiye dirêjkirin û her wiha biryara nepeniyê li ser dosyayan hatiye danîn.