Li Çelê qeza: Ji ber mudaxeleya dereng kesek jiyana xwe ji dest da

Duh bi şev li ser rêya di navbera Colemêrg û navçeya wê Çelê de qeza çêbû. Di qezayê de kesek jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji ber komên AFAD’ê piştî 4 saetan gihişt cihê bûyerê, Yûsûf Erdemîr nehat rizgarkirin.

Duh bi şev li ser rêya di navbera Colemêrg û navçeya wê Çelê de qeza çêbû. Di qezayê de 7 kes birîndar bûn. Ji birîndaran Yûsûf Erdemîr di wesayîtê de asê ma û 4 saetan li benda xelaskirinê ma. Ji ber ku komên AFAD’ê yên navçeya Çelê tune ne, banga hawariyê li komên AFAD’ê yên navendê hate kirin. Heta komên AFAD’ê gihiştin cihê qezayê, Erdemîr jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Erdemîr piştî otopsiyê li goristana navçeyê hate definkirin.

6 kesên birîndar bûyîn jî bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê.

Kekê Erdemîr Şaban Erdemîr ku piştî bûyerê hate cihê qezayê, dîmenên tiştên qewimî kişand. Erdemîr, diyar kir ku birayê wî 4 saetan di bin wesayîtê de asê ma ye û ev tişt anî ziman: “Ambulans û ekîbên mudaxileya lezgîn li vir in lê ji ber ku ekîpmen kêm in ev bû 4 saet birayê min di bin erebeyê de ye. Ekîpmanên komên hatine vê derê tune ne. Li Çelê ne ekîpmen ne jî koma AFAD’ê heye. AFAD çima tune ye? Ev bû 4 saet em li bendê ne ku AFAD ji Colemêrgê bê. Walî, şaredar û rayedarên din li ku ne?”

Erdemîr, da zanîn ku komên AFAD’ê yên gihiştin herêmê di nava 5 deqeyan de birayê wî ji bin erebeyê derxistin û wiha got: “Birayê min ev bi saetan e ji bo karekî 5 deqeyan dom dike hate sekinandin û jiyana xwe ji dest da.”