Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a bi daxwaza şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dayî destpêkirin kete roja 17’an.
Li Çanakkaleyê jî bi çalakiyekê piştgiriya Guven hate kirin. Komeke HDP’yî bi armanca piştgirîkirina Guvenê ji bo 2 rojan dest bi çalakiyeke ya greva birçîbûnê kirin.
Îro li avahiya HDP’ê ya bajar Ramazan Tademîr, Veysel Kûtlûay, Kemal Akyûz dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Li avahiyê dowîzên bi nivîsên ‘Leyla Guven bimaf e. Dawî li tecrîdê bînin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ û “An azadî an Azadî’ hate daliqandin.