Li Çaldêranê ji bo ku ala HDP'ê hildan hatin destgîrkirin
Li navçeya Wanê Çaldêranê polîsên Tirk 4 kesên ku alayên HDP'ê daleqandin, bi hinceta 'bê destûr ala daleqandine'' hatine destgîrkirin.
Li navçeya Wanê Çaldêranê polîsên Tirk 4 kesên ku alayên HDP'ê daleqandin, bi hinceta 'bê destûr ala daleqandine'' hatine destgîrkirin.
Polîsan li navçeya Çaldêranê ya Wanê berê sibehê bi ser malan de girt û Ayhan Alper, Gokhan Çelîk, Îsa Çelîk û Seyîd Alî Çelîk bi hineta 'bê destûr alayên HDP'ê daleqandin'' destgîr kirin.
Hate gotin 4 kes ji hêla hêzên çekdar ên Tirk ve hatin destgîkirin û ew birin Fermandariya Jandarma ya Navçeyê.