Li 6 navendan 10 hezaran kesî azadiya Ocalan qîriyan
Li 6 navendan 10 hezaran kesî azadiya Ocalan qîriyan
Li 6 navendan 10 hezaran kesî azadiya Ocalan qîriyan
Li Mûş, Xinis, Hîzan, Avkevir, Hezo û Şemrexê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Bi 10 hezaran kesên ku bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statû" daketin qadan azadiya Ocalan qerîyan. Di pîrozbahiya Mûşê de Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan, derket pêşberî 10 hezaran û got "Her kes dibêjin çi dibe? Çi ji BDP'ê dibe? Li Îmrali, Qendîlê çi dibe? Çav û guhê hemû kurdan li Îmraliyê ye. Kurd dibêjin gelo dê dîsa me bixapînin? Em jî dibêjin rehet bin, bila dil û hişê we rehet be. Êdî ke nikare kurdan bixapîne."
MÛŞ
Li Mûşê serê sibê zû bi tevlîbûna welatiyên navçeyan û gundan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Qada Îstasyonê di demek kin de tije bû û li qadê pankratên "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû Newroz pîroz be”, “Newroz bila ji aştî, azad û wekheviyê re bibe pir" hatin daliqandin. Parlementerên BDP'ê Demîr Çelîk û Altan Tan tevlî mitîngê dibin.
Newrozê bi pêxistina agir û rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftinên vekirinê Koma Rojka derket ser dikê. Li qada Newrozê alên PKK, KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. 10 hezaran bê navber siloganên "Newroz pîroz be", "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "PKK gele, gel li vire" qîr kir. Cîgirê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Nimet Sezgin anî ziman ku, peyama ji Îmraliyê bê dê hemû qadên Newrozê germ bike û wiha got: "Înkara li ser kurdan dê bi peyağma Ocalan bi dnawî bibe."
‘VÊ BERXWEDANA WE ÎNKAR PERÇE KIR’
Parlamenterê BDP'ê Altan Tan jî axivî û wiha got: "Vê berxwedan û serhildana we înkar perçe kir. Rojhilata navîn ji nûve saz dibe. Her kes dibêjin çi dibe? Çi ji BDP'ê dibe? Li Îmrali, Qandîlê çi dibe? Çav û guhê hemû kurdan li Îmraliyê ye. Kurd dibêjin gelo dê dîsa me bixapînin? Em jî dibêjin rehet bin, bila dil û hişê we rehet be. Êdî ke nikare kurdan bixapîne. Em sînorê di navbera Halep, Dîlok, Amed, Hewlêr, Sileymanî, Urmiye, Tebrîz, Qudusê de naxwazin. Welatê ewropayê bi milyonan mirov ji hev kuştin. Almanya û Fransa û Îngilterê hev qir kirin û perçe kirin. Lê pişt re Diwana Edaletê ya Laheyê ava kirin. Em jî dê li Rojhilata navîn vê pergala edaletê ava bikin.
Piştî axaftina Tan Koma Agirê Zerdeşt derket ser dikê û stran gotin.
XINIS
Li navçeya Xinisê ya Erziromê jî bi heman şîar, pankart û dowîzan li ser kolana Mûşê bi tevlêbûna hezaran welatiyan Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê BDP'ê Altan Tan, rêveberên BDP'ê endamên KCD'ê, û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tevlî Newrozê bûn. Di mîtîngê de huhermend Serkan Kanireş, Koma Dengê Tatos, Bedirxan Firat, Ayhan Deniz, Kismet Yildiz derketin ser dikê û stran gotin.
HÎZAN
Li navçeya Hîzanê ya Bedlisê jî bi heman pankart dowîz û posteran Newroz li qada Cumhuriyetê bi tevlêbûna sedan kesan Newroz hat pîrozkirin. Li qadê girsê bê navber siloganên "Ji Ocalan re azadî" û "Bijî Serok Apo" qîr kir. Piştî axaftiann hunermend Nezir Egîd, Koma Başkale û Hozan Fikret derketin ser dikê.
AVKEVIR
Li navçeya Avkevir a Agiriyê jî pîrozbahiya Newrozê bi heman şîar û daxwazan bi tevlêbûna sedan kesan di bin baranê de hat pîrozkirin. Bi sedan kesên ku li qada Newrozê kom bûn li gel endam û rêveberên BDP'ê li dora agirê Newrozê govend gerandin û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" bilind kir. Piştî axaftinan Koma Ararat derket ser dikê û stran gotin.
HEZO
Li navçeya Hezo ya Êlihê jî Newroz li qada Newrozê bi tevlêbûna hezaran welatiyan hat pîrozkirin. Girsê li qada Newrozê pankarta "Bi rizgariya demokratik bi dirûşma jiyana azad Newroz pîroz be" vekir û posterên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên KCK'ê û PKK'ê vekirin. Girsê qada Newrozê bi alên kesk sor û zer xemilandin. Girsê li qadê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "PKK gele, gel li vire" û "Bê serok jiyan nabe" avêtin. Piştî pêxistina agirê Newrozê rêz hatin girtin û axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan hunermend Haydar, Îsmet Awaz û komên herêmî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi govend û stranan bi dawî bû.
ŞEMREX
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî pîrozbaniya Newrozê li taxa Poyrazê bi tevlêbûna hezaran kesan hat pîrozkirin. Welatiyan cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û bi pankart û alên rengîn qada Newrozê pîroz kir. Girsê li vir jî heman pankart û dowîz vekirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 jinên Kurd rakirin. Girseyê bê navber siloganên "Biji Serok Apo", "Newroz piroz be", "Disa disa serhildan Sêrok e me Ocalan" bilind kir. Piştî axaftinan Koma Sozdar û Koma Azad derketin ser dikê û sitran gotin.