Li 6 bajaran çalakî ji bo Ocalan hatin lidarxistin

Ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Ewropayê çalakiyên xwe didomînin.

Kurdistaniyên li bajarê Koln ê Elmanyayê dijîn, danê êvarê li ber Dêra Domê li hev civiyan û bi hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza azadiya Ocalan kirin. Li vê derê bi zimanên Elmanî û Tirkî peyam hatin dayin û hat xwestin, ku parêzer û malbat tavilê bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Çalakgeran destnîşan kirin, ku heta Ocalan azad bibe wê Kurd li kolanan bin. Di dawiya çalakiyê de Hozan Şemdîn konsereke biçûk da.

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî, bi heman armancê Kurdistanî li Lûîsen Platzê li hev civiyan û xwestin agahî li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan bê dayin.

Kurdistaniyên li bajarê Basel ê Swîsreyê dijîn, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî li Claraplatzê li hev civiyan û posterên Ocalan vekirin. Çalakgeran xwestin li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan daxuyaniyeke pê bawer bê dayin û li ser mijarê belavok belav kirin.

Li bajarekî din ê Swîsreyê Lozanê jî, di çalakiya li dijî dijminatiya li nîjadperest û penaberan de, Kurdan daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Li bajarê Zurîhc ê Swîsreyê, bi heman armancê li Stasyona Navendî ya bajêr bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan çalakî hate lidarxistin. Piştî çalakiya rûniştinê ya nîv saetê Kurdistanî çûn Balafirgeha Zurîchê. Li vê derê jî li ser mijarê bi zimanê Elmanî belavok hate xwendin.

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê Kurdistanî li Stasyona Trenê ya Navendî li hev civiyan. Di çalakiyê de hat ragihandin, ku heta agahî ji Ocalan bê girtin wê Kurdistanî li qadan bin. Çalakgeran bi zimanê Îtalî dirûşmên "Vîva Ocalan", "Lîbero Ocalan", "Terorîst Tirkiye" qîriyan.

Kurdistaniyên li bajarê Torîno yê Îtalyayê dijîn, ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku zextê li Tirkiyeyê bikin.

Li bajarê Înnsbrûck ê eyaleta Tîrol a Awûtûryayê, konê agahdarkirinê hate vedan û wê sê rojan bidome.