Li 59 girtîgehan zêdeyî 250 girtî di greva birçîbûnê de ne

Greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê ya dîlgirtî Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 75'an de ye. Li 59 girtîghan jî zêdeyî 250 girtî 37 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Leyla Guven 8'ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû û 75 roj in di grevê de ye. Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a girtiyên din jî di roja 37'an de ye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, herî kêm 250 girtî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne. Bi heman armancê li paytexta Herêma Kurdistana Federal Hewlêrê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û li Galler a Qraliyeta Yekbûyî grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger didomin.

Parêzer Gulşen Ozbek êvara Yekşemê çû Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê, lê nekarî Leyla Guven bibîne.

Gulşen ji kesên ku li ber Guven in agahî stend û diyar kir, rewşa Guven a tenduristiyê nebaş e û qebûl nake ku muayene bibe.

Gulşen got, "Bi fermana Wezareta Tenduristiyê hejmara kontrolên tenduristiyê hatiye zêdekirin. Lê belê Leyla Guven qebûl nake ku muayene bibe."