Li 5 welat û 21 bajarî Seyîd Riza dê bê bibîranîn

Li 5 welat û 21 bajarî Seyîd Riza dê bê bibîranîn

Federasyona Elewiyan a Demokratîk û Cemiyeta ji Nûve înşakirina Dêrsîmê ji bo  bîrana salvegera darvkeirina Seyîd Riza û hevalên wî li 5 welat û 21 bajarî bernameyên bibîranînê pêk tîne. Bîranîna ku rastî meha muharemê hat, kesên di Kerbalayê de hatin qetilkirin dê bên bibîranîn.  Her wiha dê di bîranînê de dê aşûra û lokma bê belavkirin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk û Cemiyeta ji Nûve înşakirina Dêrsîmê ji bo bîranînê bang li gelê Ewropayê kir.

Di 15’ê mijdara 1937’an de Rêberê Gelê Dêrsîmê Seyîd Riza, kurê wî Resik Usen, Usey Seydî, Findik Axa, Hesenê Demenij, Hesenê Kuresiz û Aliyê Mirze Sil hatin darvekirin.  Cesedê ewan demê li bajar hatin teşîrkirin û piştre hatin şewitandin û li cihekî ku nayê zanîn hatin definkirin.

Bi wesîleya salvegera darvekirin wan li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê bernameyên bîranînê pêk tên.

Li Ewropayê pêşengiya bernameya FEDA û Cemiyeta Dêsimê dike.

Hamburg

Li Komeleya Dostaniya Kurdan a  Alman dê pêk were, di 17’ê mijdarê roja yekşemê seat di 15.00’an de destpê dike.

Dortmund

17’ê mijdarê saet di 14.00’an de li avahiya Navenda Çanda Elewiyan dê pêk were. Rojnameger Kamer Soylemez û Pîr Mustafa wek axaftinker tevli dibin.

Bruchsal

Di 17’ê mijdarê de li Dergaha Elewiya dê bername pêk bê.

Giessene

Di 17’ê mijdarê de saet di 14.00’an de dê bername pêk bê û aşûre bê belavkirin. Nivîskar Haşîm Kotlu dê wek axaftinker tevli bibe.

Bielfeld

Di 17’ê mijdarê de li navenda Çanda Kurd dê bername pêk bê û aşûre bê belavkirin.

Erfurt

Di 17’ê mijdarê de saet di 13.00’an de li Komeleya Çanda Mezopotamya bername dê pêk bê. Di bernameyê de ligel axaftinan dê sînevîzyon bê nîşandan.

Wipperfurth

Di 15’ê Tebaxê de aşûre dê bê belavkirin û di 17’ê mijdarê de jî ji bo Seyîd Riza û hevalên wî  bername pêk bê. Pirs Huseyîn Bîldîk dê tevli bernameyê bibe.

Bonn

Di 17’ê mijdarê de saet di 13.00’an de li Navenda Çanda Bonê dê Pêk bê. Pîr Velî û nûnerê FEDA’yê Mehmet Surmelî dê tevli bibe.

 Paris

Di 17’ê mijdarê de saet di 13’an de li Komeleya Pazarcikê bername dê pêk bê û nivîskar Mete Kalman û nûnerê FEDA’yê Îrfan Dayioglu, Pir Riza Yagmur dê tevli bibin.

Toulouse

Di 17’ê mijdarê de saet di 13’an de li Navenda Çanda Elewiyan dê bername pêk bê.

Verviers

Di 16’ê mijdarê de saet di 13’an de Seyid Riza û hevalên xwe dê bên bibîranîn. Aşûre dê bê belavkirin.

 ST Gallen

Saet di 13’an de di 17’ê mijdarê de li Komeleya Çanda Kurd dê bername pêk bê û aşûra û lokma dê bê belavkirin.

Bern

Di 17’ê mijdarê de saet di 13’an de  dê bername pêk bê û di 1’ê Kanûnê de aşûre bê belavkirin.

Viyana

Di 17’ê mijdarê de li Navenda Çanda Elewiya a Avusturyayê bername dê pêk bê û Rîhard Berger dê axaftinê bike û sînevîzyon dê bê nîşandan.

Dusseldorf

Di 24’ê mijdarê de bername dê pêk bê û nivîskar Mehmet Bayrak dê tevli bibe.

Bremen

Di 24’ê mijdarê de saet di 14’an de li Komeleya Breman Bratî dê bername pêk bê.

Munih

Bernameya ku li Munîhê pêk tê dE rojnameger Bakî Gul, cigira hevseroka BDP’ê Yuksel Mutlu û Ayfer Ber tevli bibin .

Zurich

Di 24’ê mijdarê de saet di 13’an de li Navenda Çanda Kurd dê bername pêk bê.

Basel

Di 24’ê mijdarê de saet di 14’an de dê bername pêk bê û Pîr Alî Balî û nûnerên FEDA’yê dê axaftinan bikin.