Li 5 navendan çalakiyên ‘Em edaletê dixwazîn’

Li 5 navendan çalakiyên ‘Em edaletê dixwazîn’

Kurdistaniyên li bajarên Viyana, Den Haag, Hannover û Bern jiyan dikin, biboneya ronîkirina komkujiya Parîsê çalakî pêkanîn û daxwaza edaletê kirin.

Li paytextê Awûstûrya Viyanayê Kurdistaniyên ku di pêşengiya Rêxistina Jinên Kurd ya Avestayê de li ber Konsolosa Fransayê çalakî pêknîn, alên Avesta, KCK, PYD û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Pankarta wêneyên ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez û bizimanê Almanî û Fransî nivîsa “Sê jinên Kurd hatin qetilkirin, em edaletê dixwazin” heyî veikrin. Piştî axaftinan çalakî bidawî bû.

Di vê navberê de di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin, îmze hatin komkirin.

Li bajarê Den Haag yê Holandayê jî li ber Konsolosa Fransayê li ber Dîwana Edaletê La Haye yê çalakiya “Em edaletê dixwazin” hate pêkanîn. Bi dowîz û pankartên “Bêdengiya we ji hevkariya we ye” peyam hate dayîn. Di çalakiyê de hate gotin ku “Em li hember vê bêdeng namînin” û belavok belavkirin. Her wiha ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin.

Li bajarê Hannover ê Almanyayê jî bislogana “Bêdengiya we gelo ji hevkariya we ya sûc tê” çalakiya edaletê hate pêkanîn. Bi dehan Kurdistanî tevlî çalakiya ku li ber Konsolosa Fransa bûn. Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin de hate gotin ku, li rexmî bimehan dem li ser komkujiyê re derbazbûn jî hêjan pêşketinek zelalbûnek çênebûye û bertek nîşandan.

Li aliyê din jî ji bo meşa roja Şemiyê 19’ê Cotmehê ji bo piştgiriya Rojava bê li darxistin banga tevlîbûnê hate kirin.

Li paytextê Swîsre Bernê jî ji bo ronîkirina komkujiya li Parîsê çalakiya edaletê pêkhat. Di çalakiya “em edaletê dixwazin” ku endamên Meclisa Jinan ya Mizgîn beşdarbûn de hate gotin ku, li rexmî 40 heftî derbazbûn jî hêjan kujer nehatine dîtin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku, bûyera diziyê ya li mala dadgerê li dosyayê temaşe dike rûda ne tesadûfe û bang li hikumeta Fransayê kir ku bilev bikeve nava tevgerê. Di çalakiyê de hate gotin ku, ‘Bêdengiya we ji hevkariya we ya sûce’, pankarta wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser heyî hate hilgirtin.

Çalakiya ku eleqeya kesên di wir de derbazbûn jî kişandin, ew hatin agahdarkirin.