Kurdistanî li Swîsreyê li qadan in-NÛ BÛ
Ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Zurîh, Basel, Bern, St. Gallen û Lûzern yên Swîsreyê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.
Ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Zurîh, Basel, Bern, St. Gallen û Lûzern yên Swîsreyê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.
Kurdistaniyên li bajarên Zurîh, Basel, Bern, St. Gallen û Lûzern yên bajarê Swîsreyê, li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Swîsre û DEM-KURD’ê ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê li dar dixin.
Herdu saziyan jî ji bo çalakiyan banga tevlîbûna bi hêz li Kurdistanî û dostên wan kir.Têkildarî tendirustî û ewlehiya Ocalan li gelek bajarên Swîsreyê Kurdistanî dadikevin qadan
CENEVRE
Têkildarî tendirustî û ewlehiya Ocalan li gelek bajarên Swîsreyê Kurdistanî dadikevin qadan
LÛZERN
Kurdistaniyên li Lûzernê dijîn, ji bo çalakiyê li pêşiya Parlementoya Kantonê ya Lûzernê kom dibin.
BERN
Kurdistaniyên li Bernê li pêşiya îstasyona tirênê ya Bernê kom dibin. Girse slogana “Bijî Serok Apo” diqîre.
SLOTHÛRN
Kurdistaniyên li Slothûrnê dijîn li ser banga Dem-Kurdê li gara tirênê kom dibin.
CENEVRE
Kurdistaniyên li Cenevreyê dijîn bi heman mebestê li îstasyona gara tirênê kom dibin.
ZURÎH
Li Zûrîhê jî Kurdistanî bi posterên Ocalan li gara tirênê tên ba hev.
BASEL
Kurdistaniyên li Baselê dijîn piştî saet 20.00’an li Basel Markpaltzê tên ba hev.
Ji xeynî van deran li gelek bajarên Swîsreyê Kurdistanî bi posterên Ocalan li îstasyonên tirênê kom dibin.
NCDK-E Swîsre ji bo çalakiyan bang li Kurdistaniyan kir ku bila li her bajarî dest bi çalakiyan bikin.