Li 5 bajarên Ewropayê çalakiyên Kobanê

Li 5 bajarên Ewropayê çalakiyên Kobanê

Çalakiyên Kurdan ên bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li seranserê Ewropayê berdewam dike. Kurdan li bajarê Elmanya Nurnbergê meş, li Hannoverê çalakiya konvedanê, li bajarê Lorient û Renê yên Franseyê jî çalakiyên rûniştin û dagirkirinê li dar xistin.

NURNBERG

Meşa bi beşdariya 2 hezar û 500 kesî bi beşdariya Kurdên li Nurnberê û derdorê dest pê kir.  Di meşa ji aliyê Elman û çepên Tirkiyeyî ve hate destekkirin de, banga alîkariya ji bo Kobanê hate kirin û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin. Her wiha helwesta bêdengiyê ya raya giştî ya navneteweyî jî hate şermezarkirin.

Di meşa herî mezin a Kurdan a ku li vî bajarî hate kirin de, dirûşimên “Bijî Berxwedana YPG’ê” hatin gotin.

HANNOVER

Kurdistaniyên li Hannoverê ku bi rojan in çalakî li dar dixin, îro jî saet di 10.00 de, li navenda bajêr çalakiya konvedanê li dar xistin. Di çalakiya bi sedan kes tevil bû de, dirûşimên dilsoziya bi Kobanê re hatin qêrîn û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin protestokirin. Girseyê di çalakiya xwe de bang li NY’yê kir ku ji bo Kobanê bikevin nava tevgerê. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

LORIENT

Kurdistaniyên li bajarê Lorient ê Franseyê dijîn, di saetên êvarê de bi armanca balê bikişînin ser êrîşên DAIŞ’ê, rêya navenda bajarê a otobusan girtin û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşimên dilsoziya bi Kobanê re hatin gotin.

RENNES

Li bajarê Rennesê jî komek Kurdistanî avahiya France 3 TV dagir kirin û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Çalakgeran bêdengiya li hemberî Kobanê şermezarkirin û ji çapemeniya Frensî xwestin ku li hemberî rewşa Kobanê hestyar bibin. Polîsan di çalakiyê de mudaxele kirin û 4 kes bi sivikî birîndar bûn.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awusturyayê bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê, kon hate vedan û xelkên derdorê derbarê rewşa Kobanê de hatin agahdarkirin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd, li Hauptplatzê, saet di 12.00 de pêk hat.  Kurdistaniyan derbarê rewşa Kobanê û bûyerên li Bakûrê Kurdistanê de agahî dan gelê li derdorê.

Di çalakiyê de dirûşimên dilsoziya bi Kobanê re hatin gotin û bêdengiya welatên Ewropa ya li hemberî êrîşên li ser Kurdan hate şermezarkirin. Kurdan banga piştgiriyê li welatên Ewropayê kirin.