BI DÎMEN

Li 4 welatan ji bo HDP’ê çalakî hatin lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên li derveyî welêt li dijî qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê çalakiyên xwe yên protestoyî didomînin. Di çalakiyan de banga piştgiriya HDP’ê hat kirin, ji bo dewleta Tirk dankirin hatin xwestin.

AARHUS

Li Danîmarkayê çalakiyên destekdayina HDP’ê didomin. Duh piştî mîtînga li ber Sefîrxaneya Tirk a li Kopenhagê, îro jî li bajarê Aarhus ê nîvgirava Jyllandê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga ku ji hêla Platforma Aştî û Demokrasiyê hat organîzekirin li ber avahiya şaredariyê hat lidarxistin.

Di mîtîngê de Alî Kiy li ser navê Komîteya Aştî û Demokrasiyê axivî û got; “Wek kesên ku li Tirkiyeyê hatine wirdekirin, divê em bibin yek û vê sazûmaniyê biguherin.”

Endamê Meclîsa Şaredariya Aarhusê Steen B. Andersen: “Erdogan destek daye DAÎŞ’ê û êrîşî Kurdên li Iraq  û Sûriyeyê kiriye.”

Endamê Meclîsa Şaredariya Enhedslisten Aarhus Peter Hefner Bonfîls: “Wek Enhedslisten em serbilind in ku piştgiriyê didin HDP’ê. Desteka Ewropa ya ji bo Erdogan zerarê digihîne demokrasiya me. Divê ev destek demildest bê qutkirin.”

Namzetê Partiya Alternatîf Sander Jensen: Tirkiye pirsgirêka penaberan wek mertalê ji bo xwe bi kar tîne û zerarê dide demokrasiyê. HDP’ê ne tenê Kurd, partiya tevahî gelên Tirkiyeyê ye. Herî dawî wê pîs têk biçin, serkeftin a me be.”

Nûnerê HDK’ê yê Danîmarkayê Cemal Ozdaygi: Em ji vir Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên girtî silav dikin. Em ê teqez bi ser kevin, berxwedan jiyan e!”

Namzetê Sosyalistisk Folkeparti Serdal Benlî: Têkoşîna demokrasiyê gerdûnî ye. Îro em hemû HDP’î ne. Em wan silav dikin û em ê teqez bi ser kevin. Erdogan ji ber nikare destkeftiyên Kurdan hezm bike DAÎŞ’ê dişîne ser Rojava. Divê em Rojava û têkoşîna wê ji bîr nekin.”

Li ser navê Partiya Karkeran a Komunîst Tîne Spang Olsen: Erdogan dixwaze siyaseta xwe ya yek zilam bi cih bike. Divê welatên Yekîtiya Ewropayê çavê xwe ji vê re negirin.”

Nûnerê PYD’ê yê Jyllandê Salah Misto: “Divê em ji vir dengê xwe yê bi rêxistinkirî bigihînin tevahî cîhanê.”

Mîtîng bi stranên Lûna Erşahîn û Berîvan Altanay bi dawî bû.

TORONTO

 

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Toronto û Mala Cemê ya Torontoyê meşek hat lidarxistin. Meş, ku li cadeya herî qelebalix a bajêr Yonge St. hat lidarxistin, bi dirûşme û muzîkê bal dikşand. Meş piştî ku li Nathan Phillips Square daxuyanî hat xwendin bi dawî bû.

BÛDAPEŞTE

 

Li paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê jî daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn, broşurên ku faşîzma AKP’ê vedibêjin bi zimanên Îngilîsî û Macarî hatin belavkirin.

Di çalakiyê de ji bo parlamenterên HDP’î peyamên piştgiriyê hatin dayîn.

SARRGUEMINES 

Li bajarê Sarreguemines ê Fransayê bi çalakiyek girseyî ve operasyonên qirkirina siyasî hat protestokirin. Kurdên li Sarregueminesê dijîn bi desteka Navenda Çanda Kurd, Tevgera Jinê ya Kurd, Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst a Fransa (PCF) û sendîkaya CGT’ê çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin, pankart hatin rakirin.

Di çalakiyê de dûvre dîsa li navenda bajêr li ber Edliyeyê mîtîngek hat lidarxistin. Li vir axaftin hatin kirin û peyamên piştgiriya bi gelê Kurd û nûnerên wê re hatin ziman.

Her wiha di axaftinan de ji bo dewleta Tirk bang li Yekîtiya Ewropayê hat kirin ku dankirinan bixe meriyetê.

NICE

 

Li bajarê Nice yê Fransayê jî operasyonên qirkirina siyasî bi meşekê hat protestokirin, ji bo HDP’ê destek hatin ziman.

...