Li 4 bajarên Fransa çalakiyên Kobanê

Li 4 bajarên Fransa çalakiyên Kobanê

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê li bajarên Fransa yên Nantes, Toulous, Lyon û Metz çalakî hatin lidarxistin.

NANTES

Kurdên li bajarê Nantes dijîn tevayî rojê ji bo Kobanê di nava çalakiyan de bûn. Li bajarê Nantes çalakiyên Kobanê bi meşekê li navenda bajêr hat lidarxistin destpê kir. Piştî meşê li ser navê girseyê bi Walîtiyê re hevdîtinek pêk hat. Di hevdîtinê de daxwaza li hemberî êrîşên DAIŞ ên li hember Kobanê koalîsyona navneteweyî çalakiyên bi bandor bike.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse jî meş û mîtîng pêk hat. Meş û mîtînga Partiya Antî Kapîtalîst (NPA) jî destek da, bi sedan kes tevlî bûn.

Çalakiya li Qada Capîtol bi mîtingê destpê kir ku girse ber bi Walîtiyê ve ketin meşê ji aliye polîsan ve xwestin asteng bikin. Girseyê bênavber dirûşmayên piştgiriya bi berxwedana Kobanê re gotin.

Mîtîng bi çalakiyeke rûniştinê bi dawî bû.

LYON

Li bajarê Lyon jî çalakiya girtina trafîkê pêk hat. Di çalakiya ji aliyê girseyeka qerebalix ji bo piştgiriya bi Kobanê re hat lidarxistin li ser hev dirûşmeyên piştgiriya ji bo Kobanê hatin gotin. Piştî çalakiyê girse bi şêweyekî kom çûn Komeleya Çandê ya Lyon.

METZ

Bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Kobanê li paytextê herêma Lorraîne ya Fransa Metzê meşeke bi tevlîbûneke zêde hat lidarxistin. Ciwanên Kurd li gara trênê çalakiyeke demkurt a dagirkirinê pêk anîn.

Meşa li navenda bajêr Place de la Republique destpê kir zêdetirî 500 kesî tevlî bûn.

Piştî meşe komeke ciwanên Kurd li Gara Trênê ya Navend Metz çalakiyeke demkurt a dagirkirinê pêk anîn. Ciwanên DAIŞ û Tirkiye şermezar kirin piştre çalakiya xwe bi dawî kirin.