Rêxistina HDP’ê yên bajêr û navçeyan, li 39 navçeyên Stenbolê ji bo balê bikêşin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedanên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên zindanan pêk tên û banga tevlîbûna mîtînga ku wê roja Yekşmemê li Qada Pazar a Bakirkoyê pêk bê bikin, rêzeçalakî pêk anîn.
HDP’yî, li navçeya Esenlerê bi dirûşmeyên, “Leyla rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zindanan” meşiyan. Girse bi tilîlî meşaleyan di nav taxan geriyan. Niştecihên taxê jî bi bi heman awayî bi tilîlî û dirûşmeyan piştgirî da meşê û tevlî bûn.
Li navçeya Kagithaneyê jî HDP’yiyan ji bo 1’ê Gulanê belavok belav kirin û bal kişandin ser berxwedanên greva birçîbûnê. HDP’yî, li qada bazarê ya li Maltepeyê geriyan û çûn serdana esnafan û banga tevlîbûna mîtînga ji bo 1’ê Gulanê û piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê kirin.
Li Kadikoyê, pivdanokên ku li ser, “Ji bo qanûn bê pêkanîn, Leyla Guven û 7 hezar girtiyên siyasî di grevê birçîbûnê de ne” û “Ji bo şkandina tecrîdê dawîlêanîna grevên birçîbûnê di destê te de ye” hatî nivîsîn hatin firandin.
Her wiha belavokên ku heman nivîs li ser heyî, li avahî û dikanan hatin belavkirin.
HDP’yiyan li navçeyên din ên Stenbolê jî ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û 1’ê Gulanê bi heman awayî xebat kirin.