Li 3 welatên din ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin

Li Kanada, Elmanya û Rûsyayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

Li Kanada, Elmanya û Rûsyayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

TORONTO: Li bajarê Toronto yê Kanadayê, li kolana herî qelebalix Dundas&Yonge'yê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin. Kurdan û dostên wan wêneyên komkujiya ku dewleta Tirk li Efrînê kiriye hildan û belavok belav kirin. Di çalakiyê de ji bo rawestandina êrîşên qirker ên li ser Efrînê banga piştevaniyê hate kirin.

BREMEN: Li bajarê Bremen ê Elmanyayê ciwan li nava HBF'ê li hev civiyan û wêneyên sivîlên ku dewleta Tirk li Efrînê ew kuştin, hildan. Di çalakiyê de dirûşma "Elmanya fînanse dike, Tirkiye bombeyan dibarîne" hate qîrîn. Ciwanan li ser mijarê belavok li rêwiyan belav kirin û bêdengiya hêzên navneteweyî bi taybetî ya Neteweyên Yekbûyî raxistin pêş çavan.

ADIGEY: Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, Kurdistanî li ber Navenda Çanda Kurd ji bo Efrînê li hev civiyan. Di çalakiyê de alên YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" hate qîrîn. Endamê KNK'ê yê Rûsyayê Feyzo Huseyîn û Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê li vir axivîn û bal kişandin ser sûcê şer ku dewleta Tirk li Efrînê dike. Qisekeran gotin, "Ev yek komkujî ye û her kesên li pêşberî vê komkujiyê bêdeng in, hevparê komkujiyê ne." Bang li her kesî hate kirin ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin tavilê bikevin nava liv û tevgerê.