Li 3 navendan şermezarkirina 9’ê Cotmehê

Li 3 navendan şermezarkirina 9’ê Cotmehê

Li Erxenî, Silopiya û Depê 16’emîn salvegera komploya navneteweyî 9’ê Cotmehê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşan hat şermezarkirin.

ERXENÎ

Girseya li ber avahiya DBP’ê ya Erxenî kom bû, bi pankarta, “Wê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi şoreşa Kobanê re vala were derxistin” meşiyan. Girseya bi meşê hat ber terqa rê ya Elezîz-Amed li wir daxuyanî da. Girseyê dirûşmayên, Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG"  gotin.

Serokê Rêxistina DBP’ê ya Erxenî  Mehmet Demîrtaş, got ku kesên komploya 9’ê Cotmehê pêk anîn îro DAIŞ kirine bela serê Rojhilata Navîn.

Piştî daxuyaniyê ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.

SILOPIYA

Bi dehezaran welatiya komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi meşeke heybet şermezar kirin.

Li navçeya Silopiya Şirnexê bi dehezaran welatiyan komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi meşeke heybet şermezar kirin. Bi dehezaran welatiyên li ber avahiya DBP'ê kom bûn, di nav de hevserokên DBP'ê yên navçe û bajarokên Silopiya, hevşaredarên navçe û bajarokan, rêveberên MEYA-DER'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û yên Saziyên Civaka Sivîl hebûn heta navenda bajar meşiyan.

Di meşê de pankartên, "Gelê Silopiyan komploya 9'ê Cotmehê şermezar dike û wê vala derxe" û " Jin wê bi hêza xwe komploya navneteweyî vala derxin" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin berzkirin.

Piştî ku meş qediya û girse carek din hate ber avahiya DBP'ê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê DBP'ê yê Silopiya Îdrîs Aras axivî û got ku komploya 9'ê Cotmehê di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Ocalan li hemû Kurdan hatiye kirin û wiha berdewam kir: "Hêzên navneteweyî bi komploya 9'ê Cotmehê xwestin hêza gelê Kurd têk bibin. Lê tevgera me û vîna gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya bêhempa komplo vala derxistiye."

Piştî axaftina Aras çalakî bi berzkirina dirûşm û lêdana çepikan bi dawî bû.

DEP

Bi sedan kesên bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî 9’ê Cotmehê li ber Rêxistina DBP’ê ya Depê kom bûn bi pankarta, "Bimire DAIŞ-Komploya  9’ê Cotmehê lanet dikin” bi dirûşmayên, “Her cih Kobanê her cih berxwedan” , “Bijî YPG” meşiyan.

Piştî meşê girseyê li ber Qada Hawûz  5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.

Piştî çalakiya rûniştinê, Hevseroka Rêxistina Depê ya DBP’ê Cennet Ayik di daxuyaniya xwe de çeteyên DAIŞ û helwesta hikûmeta AKP’ê lanet kir.