Li 3 bajarên Swêdê çalakiyên li dijî komploya 9'ê Cotmehê

Di salvegera 20'an a komploya navneteweyî de li bajarên Stockholm, Borlange û Gavle yên Swêdê çalakî hatin lidarxistin û tecrîd hate şermezarkirin. Çalakgeran daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Çalakiya li paytext Stockholmê li kolana Drottnîngsgatanê pêk hat. Jinan pankarta b nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hildan û belavok belav kirin. Çalakgeran der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî dan raya giştî.

Yek ji jinên çalakger Şukran Yeşîl ji ANF'ê re axivî û got, "Tecrîdkirina Rêberê me ku bi milyonan mirov wî weke îradeya xwe dibînin, ne ya qebûlkirinê ye. Komploya ku beriya niha bi 20 salan ji bo şikandina îradeya gelê Kurd li dijî Ocalan hate destpêkirin, niha bi konseptên cuda didome. Heta ku Ocalan azad bibe em ê li qadan bin."

Yeşîl bang li CPT kir ku li dijî tecrîdê bikeve nava liv û tevgerê û ji gelê Kurd û dostan jî xwest ku hîn bi xurtî xwedî li têkoşînê derkevin.

BORLANGE

Çalakiya li Borlangeyê bi pêşengiya Ciwanên Azad pêk hat. Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Şefîk Agir axivî û got, komploya 9'ê Cotmehê ji bo şikandina îradeya gelê Kurd hate kirin, lê belê bi berxwedana Ocalan û gelê Kurd hate pûçkirin. Agir destnîşan kir ku di encama vê berxwedanê de gelê Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê bû xwedî destketiyên girîng.

Agir Swêd û Yekîtiya Ewropayê sûcdar kir ku li pêşberî tecrîdê bêdeng in û bang li CPT û rêxistinên civakî yên sivîl kir ku li ber tecrîdkirina Ocalan rabin.

Di meşa meşaleyî de dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

GAVLE

Li bajarê Gavleyê, bi banga Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin û komplo hate şermezarkirin. Çalakgeran ji bo azadiya ocalan belavok belav kirin.