Li 3 bajaran ji bo girtiyê nexweş Ozkan çalakî hatin lidarxistin

Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan çalakî hatin lidarxistin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe ya 574’emîn a “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin” hate hilgirtin de gelek parazvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. Di çalakiya ku dirûşmeyên “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin berzkirin de endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran axivî.

Onaran diyar kir ku tevî rapora wan a dawî 349 hezar û 893 girtî li Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de ne û rewşa girtîgehan hatiye asta ku gefê li jiyana hemû girtiyan bike. Onaran, bi lêv kir ku ji ber helwesta “dijminane” ya di salên dawî de li girtîgehan ketiye meriyetê girtî yek bi yek jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Girtîgeh bûne malên mirinê.”

Onaran, a bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin û qala nexweşiyên wî kir.

Onaran, têkildarî hevdîtina dawî ku keça Ozkan di 24’ê Adarê de pê re kir, ev tişt gotin: “Em nikarin bi bavê min re hevdîtina rû bi rû bikin. Ji ber bi lezgînî rakiribûn nexweşxaneyê me nekarî hevdîtinê bikin. Birayê min derket hevdîtinê û got rewşa bavê min ne baş e. Got bijîşkan qala edaba ku belavî laşê wî bûye kirin. Ji ber bavê min nikare di derenceyan de biçe li qata ku mutbex û tuwalet lê ne dimîne û bi şev tenê radize, ji ber vê em ditirsin, em dixwazin bê berdan û rojên dawî li cem me derbas bike.”

Onaran, da zanîn ku malbata Ozkan piştgirî û piştevaniyê dixwaze û got: “Tevî gefên cidî yên li dijî tenduristî û jiyana Ozkan ragirtina wî ya di girtîgehê de û tevî nexweşiyên wî yên giran û serlêdana wî ya ATK’ê dayîna raporê ya ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ binpêkirinên maf in.” Onaran banga berdana Ozkan kir.

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 446’emîn a çalakiya xwe de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê hatin gel hev. Di çalakiya pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” de parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul amade bû. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût çîroka Ozkan vegot.

Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul jî diyar kir ku Ozkan bêsûc û nexweş e û wiha got: “Feraseta ku Mehmet Emîn Ozkan bernade, bi hinceta pîr e kujerê Madimakê berdide û careke din aşkere dike ku di komkujiya Madimakê de alîgir e. Mehmet Emîn Ozkan ji kuştina leşkerekî paye bilind ê ji aliyê wan ve hatiye qetilkirin tê sûcdarkirin, ji ber dizanin bê sûc e, dizanin dema hate berdan wê pirsa ‘wê demê kujer kî ye’ were pirsîn. Kujer wê ji wan derkeve ji ber ku wan bi xwe kuşt.”

Polîsan dema Bulbul diaxivî, bi gotina “ji armancê derket” hewl dan axaftina wî asteng bikin. Bulbul bertek nîşanî polîsan da û axaftina xwe berdewam kir. 

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya 272’emîn li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Di çalakiya ku pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” hate vekirin de Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn axivî. Încîn jî vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan û banga berdanê kir.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya hate kirin bi dawî bû.