Li 17 navendan amadekariyên Newrozê ber dawîbûnê ne

Li 17 navendan amadekariyên Newrozê ber dawîbûnê ne

Li Aydin, Nisêbîn, Sêrt, Sems#ur, Dêrîk, Gîl, Erxanî, Sêwerek, Qers, Îdîr, Tetwan, Colemêrg, Agirî, Panos, Giyadîn, Tutax û Avkevirê xebatên pîrozbahiyên Newrozê hatin ber dawîbûnê. Ji pîrozbahiyên Newroza "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re stat#u" bangên tevlîbûnê hatin kirin.

AYDIN

Rêxistina BDP'ê ya Aydinê têkildarî bernameya Newrozê de civîna çapemeniyê li dar xist û bang li hemû kesî kir ku, tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin kir. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Aydinê Raîf Kanat diyar kir ku, hunermend Seyda Perînçek dê tevlî bernameya Newrozê bibe û xwest ku hemû kes tevlî pîrozbahiyê bibe. Kanat diyar kir ku, di 20'ê Adarê de dê li Soke û Kuşadasiyê jî Newroz bê pîrozkirin.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji amadekariyên pîrozbahiya dê di 19'ê Adarê de pêk bên berdewam dikin. Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Nisêbînê Abdulbarî Eren û rêveberên BDP'ê li Qada Newrozê lêkolîn kirin. Serokê Rêxisitna BDP'ê Abdulbarî Eren bang li gelê Nisêbînê kir ku di 19'ê Adarê de tevlî Newrozê bibin.

SÊRT

Li Sêrtê jî xebatên pîrozbahiya dê di 20'ê adarê de li Qada Newrozê ya li ser riya Eruhê berdewam dikin. Têkildarî pîrozbahiyê de li avahiya BDP'ê civîn pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê Mehmet Ata Înan diyar kir ku, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak dê tevlî pîrozbahiya Newroz ya Sêrtê bibi. Hunermend Ferhat Tunç, Zelal Gokçe û Xwejîn Botan jî dê tevlî pîrozbahiyan bibin.

SEMSÛR

Li Semsûrê jî bernameya Newrozê hate aşkerakirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Semsûrê Abuzer Kuçukkelepçe diyar kir ku, li navçeyên Kahta û Bulamê dê di 17'ê Adarê de, li navçeya Samsatê di 19'ê Adarê de û li navenda Semsûrê jî dê di 20'ê Adarê de li taxa Sînan li ber Mizgefta Gurbuz bi tevlîbûna Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder û Koma Çiya Newroz dê bên pîrozkirin û xwest ku hemû kes tevlî Newroz bibe.

DÊRÎK

Komîtiya Amadekar a Newrozê ya Dêrîkê jî têkildarî Newrozê de civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê komîteyê Haci Gokalp daxuyanî da û diyar kir ku, dê di 18'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin û dê Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata dê tevlî pîrozbahiyê bibe.

GÎL

Li navçeya Gîlê ya Amedê jî pîrozbahiyên dê di 17'ê Adarê de pêk hatiba taloqî 20'ê Adarê hate kirin.

ERXANÎ

Li navçeya Erxaniyê jî xebatên pîrozbahiyên 18'ê Adarê berdewam dikin. Seroka Rêxistina BDP'ê ya navçeyan Cavîdan Yaman têkildarî xebatan de civîn li dar xist û diyar kir ku, li hemû tax û gundan xebat berdewam dikin. Di çarçoveya xebatan de li taxan û gundan belavok hatin belavkirin. Ligel vê yekê afîş hatin daliqadin.

SÊWEREK

Li naçveya Sêwerekê ya Rihayê jî Serokê Komîteya Amadekar Îbrahîm Ayyildiz derbarê xebatan da agahî dan û diyar kir ku, ew dê bi hempa Newroz pîroz bikin û wiha got: "Bernameya Newrozê dê 20'ê Adarê saet di 10.00'an dest pê bike. Em dixwazin hemû gelê me bi kincên xwe yên gelerî li xwe bikin û tevlî pîrozbahiyê bibin." Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Koma Azad, Ozan Serwan, Şerzan Kejanli, Ozan Maruf, Berf u Cemed dê tevlî pîrozbahiyan bibin.

QERS

Rêxistina BDP'ê ya Qersê jî ji bo mitînga 18’ê Adarê li navenda bajar belavok belavkir. Şaredarê Têgorê Muzaffer Kutay daxuyanekî kin da û xwest ku hemû gelê Qersê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe. Piştî daxuyaniyê rêveberên BDP'ê û şaredariyan belavok belavkirin.

ÎDÎR

Rêxisetina BDP'ê ya Îdîrê ji ji bo pîrozbahiya 18'ê Adarê belavok belav kirin. Rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî xebatê bûn.

TETWAN

Li navçeya Tetwanê ji xebatên paqijiya hatin destpêkirin. Hemû yekîneyên Şaredariyê ji bo paqijiyê dest bi hewildanan kirin. Alîkarê Şaredar Necatî Çînîk diyar kir ku, bi hatina Cejna Newrozê her sal paqijiya giştî dikin.

COLEMÊRG

Platforma Hêzên Demokratîk a Colemêrgê jî li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa ÎHD'ê û berdevkê Platformê Îsmaîl Akbulut diyar kir ku, di pêvajoya aştiyê de ya bikeve ser milên wan dê bikin û amadekariyên wan ji bo vê yekê nene. Akbulut bang li hemû kesî kir ku tevlî pîrozbahiyên Newroza dê di 18'ê Adarê de li taxa Merzanê pêk bêbin kir. Akbulut diyar kir ku, ew dê sibê di demjimêr 13.00'an de bi armanca şermezarkirina Komkujiya Helepçeyê meşekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Xebatên pîrozbahiya Newroza Colemêrgê jî bi dawî bûn. Komîteya amdekar li gund, bajarok û taxan xebat bi dawî bûn.

AGIRÎ

Li Agiriyê ji bi tevlîbûna Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy, Endamê Meclîsa BDP'ê Abbas Yoldaş, rêveberên BDP'ê li Kolana Cumhuriyetê belavok hatin belavkirin. Mitîng dê di 19'ê Adarê de li Qada Hala Kevin Newroz dê bê pîrozkirin.

PANOS

Rêxistina BDP'ê ya Panosê jî ji bo mitînga Newrozê li navenda navçeyê 5 hezar belavok belav kirin. Rêveberên BDP'ê bang li emû kesî kirin ku tevlî pîrozbahiyê bibin.

GIYADÎN

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî amadekariyên Newrozê berdewam dikin. Rêveberên BDP'ê û gelek kesên din li naveda navçeyê belavok belav kirin.

TUTAX

Li navçeya Tutaxê jî bi tevlîbûna Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy li navenda navçeyê belavok hatin belavkirin. Aksoy bang li hemû keskî kir ku tevlî mitînga Newrozê bibin.

AVKEVÎR

Li navçeya Avkevîrê ya Agiriyê ji bi ji bo mitînga Newrozê ya 18'ê Adarê bang tevlîbûnê hate kirin.