Li 14 navendan Newroz: Roj roja azadbûna Ocalan e
Li 14 navendan Newroz: Roj roja azadbûna Ocalan e
Li 14 navendan Newroz: Roj roja azadbûna Ocalan e
Li Bêrçûk, Hewang, Henê, Dêrgul, Yalova, Pîran, Erxanî, Riha, Dêrîk, Qers, Îdîr, Elbak, Xelat û Giyadînê ji aliyê deh hezaran kesan ve Newroz hate pîrozkirin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di pîrozbahiya Dêrîkê de axivî û diyar kir ku, bi têkoşîna Ocalan û kurdan teqez dê azad bibin û wiha got: "Roj roja li dora Birêz Ocalan û nirxan kombûne."
BÊRECÛK
Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi hezaran kesan li qada futbolê Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes serê sibê bi sloganan ketin qadê û pankratên "Newroz nerazîbûna serhildana çanda zilma hezar salane" û "Bijî Newroz" hatin daliqandin. Li qadê sloganên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo", "Bijî Kurdistan" û "Bijî PKK" hatin qîrkirin. Parlementer BDP'ê Îbrahîm Bînîcî, hûnermend Xemgîn Bîrhat, Berîvan Arî û gelek kesên din tevlî Newroz bûn. Serokê Komîteya Komîteya Amedkar a Newrozê Prz. Hamdî Dîrîer axaftina vekirinê kir û gel silav kir.
Pişt re Koma Berîtan derket ser dikê. Peyam Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Ayhan hate xwendin. Birayê Serokê Konseya Rêveber ê KCK'ê Murat Karayilan Bozan Karayilan xwend. Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî jî diyar kir ku ew derbasdî pêvajoya aştiyê bûne. Piştî axaftinan hunermend Berîvan Arî û Xemgîn Bîrhat derketin ser dikê û bi stranan mitîng bi dawî bû.
HEWANG
Li navçeya Hewangê ya Rihayê ji bi tevlîbûn hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahiya li qada Bazara Halê pêk hat Koma Bîra û Mehmetê Îzolî konser dan. Di konserê de sloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vire" hatin qîr kirin. Piştî agirê Newrozê hatin hilkirin Endamê Meclîsa BDP'ê Adnan Etlî, axivî û bal kişand ser hevdîtinên aştiyê yên pêk tên.
Piştî axaftinan komên muzîk derketin ser dikê û pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.
RIHA
Xwendekarên Zanîngeha Harranê jî li Kampusa Osmanbeyê Newroz pîroz kirin. Nêzî 200 xwendekar tevlî pîrozbahiyê bûn.
DÊRGUL
Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê jî bi tevlîbûna welatiyên gund pîrozbahî pêk hat. Bi sedan welatiyên bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn alên PKK'ê hatin vekirin û sloganên "PKK gele gel li vire", "Ocalan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Endama Meclîsa BDP'ê Rabîa Tekaz axivî û diyar kir ku divê hemû kes di pêvajoya çareseriyê de bi hestiyer bin.
YALOVA
Rêxistina BDP'ê ya Yalovayuê li Garaja Bati bi tevlîbûna HDK'ê Newroz pîroz kir. Li qadên postên Mazlûm Dogan û 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Li qadê pankrata "Hûn bi xêr hatin Newroz aştiya Rojê" û "Ji Kawa heye Mazlum a Newroz" hatin daliqandin. Jin bi kincên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûn. Endamê Meclîsa BDP'ê Osman Ozçelîk agirê Newrozê hilkir. Piştî rêzgirtinê guhdariya muzîkê pêk hat.
PÎRAN
Li navçeya Pîranê ya Amedê jî li Qada Çeşme bi tevlîbûna sedan kesan Newroz hate pîrozkirin. Jin bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qadê pankratên "Zarokên Rojê dê Rojê azad bikin", "Bi rizgariya demokratîk jiyanekî azad" hatin daliqandin. Di pîrozbahiyê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hatin bilind kirin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hate hilkirin û Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan diyar kir ku, hemû gel li gorî kevneşopaya xwe Newrozê pîroz dikin.
ERXANÎ
Li navçeya Erxaniyê ya Amedê jî bi hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kesên serê sibê li ber avahiya BDP'ê ya Erxaniyê hatin cem hev ber bi Qada Newrozê ve dest bi meşê kirin. Pîrozbahiya li Otogara navçeyê pêk hat welatî piştî lêgerîna polîsan ketin qedê. Di mitîngê de alên PKK'ê û KCK'ê hatin vekirin û sloganên "Bê Serok jiyan na be", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û pankratên "Ji jiyanek azad û wekhev çareseri xweseriye demokratik" hate daliqandin.
Pîrozbahiyêbi stranên Seyda Perînçek dest pê kir. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan diyar kir ku, Newroz ji bo kurdan vejîn û azadî ye."
Piştî axaftinan Koma Agire Jiyan derket ser dikê û mitîng bi govendê bi dawî bû.
HÊNÊ
Li navçeya Hênê ya Amedê jî bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" Newroz bi tevlêbûna sedan kesan hat pîrozkirin. Newroz li qada Otogarê pêk hat. Parlamamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna ji di amade bû. Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê û KCK'ê hatin hildan. Girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" qîr kirin.
DÊRIK
Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî bi hezaran welatî di demjimêrên serê sibê de li qada Bahçelievlerê kom bûn û bi reng û dengê xwe Newroz pîroz kirin. Di newroza vir de jî alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dogan, Kemal Pir, Xeyrî Durmuş û Zeynep Kinaci hatin vekirin. Jinên ku cilên xwe yên gelêrî qat xemilandin ruh û rengekî zindî dan qadê. Li Dêrikê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Girsê bê navber silogana "Ji Ocalan re azadî" bilind kir û pankarta "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" rakir.
Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Piştî axatinan koma Navenda Çandê ya Qedrîcan a Şaredariya Dêrikê derketin ser dikê. Koma Arjen ji konser da. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlamenterê BDP'ê Erol Dora, Ayla Akat jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Girsê bê navber siloganên "Biji Serok Apo" berz kir û agirê newrozê geş kir. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku dê Newroza 2013'an bibe Newroza Azadiya Ocalan û statuya gelê kurd. Pîrozbahiyê bi tevlêbûna hunermend Siwar û Serhado berdewam kir.
QERS
Li Qersê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan Newroz li qada Newrozê hat pîrozkirin. Ji serê sibê de bi hezaran kesên ji taxên Qersê û gundên derdorê hatin kom bûn bi coş û heyecanek mezin Newroz pîroz kirin. Ciwanên ku tev li Newrozê bûn di lêgerînê re derbas bûn û ketin qada Newrozê. Li vir jî heman dowiz û pankart hatin vekirin. Rengên kesk, sor û zer hatin bilindkirin. Jinan bi cil û bergên neteweyî rengekî din dan Newrozê. Di pîrozbahiyê de Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, endam û rêveberên BDP'ê nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî amade bûn.
'HEVDITINÊN ÎMRALIYÊ DÊ QEDERA GELÊ TIRKIYEYÊ DIYAR BIKE'
Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, jî derket hemberî hezaran û wiha got: "Gelê Kurd her tim ji bo biratî û aştiyê têkoşiya û di ber xwe da. Gelê kurd îro jî têkoşîna rizgarî, aştî û azadiyê dide. Niha li Îmrahiyê hin hevdîtn tên kirin Ev hevdîtinên li Îmraliyê bên kirin dê qedera gelê Tirkiyeyê diyar bike. Ez li vir Newroza Birêz Ocalan pîroz dikim. Ger ku dewlet biratiyê dixwaze divê bingehê vê yekê ava bike.
Piştî axaftinan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê hat guhdarkirin. Pîrozbahiyê bi hunermend Ferhat Tunç û komên herêmî berdewam kir.
ÎDIR
Li Îdirê jî Newroz li qada Kantara Pançarê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan pêk hat. Ji serê sibê de ji tax û gundên derdorê wehatî bi cil û bergên xwe yên rengîn xwe xemilandin û hatin li qada Newrozê li dora agir govend gerandin. Li gel kurdan, tirk, ezerî, ermenî û gelek kesên din jî amade bûn. Girsê li qada Newrozê pankarta "Welatê Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Makeqanûna Demokratîk, Komara Demokratîk" vekirin. Li dora qada Newrozê polîsên zêde bal kişandin ser xwe. Girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gele, gel li vire" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girseya ku bi coş û heyecanek mezin qad dagir, qada Newrozê bi rengê kesk, sor û zer xemilandin. Di pîrozbahiyê de pişt axaftinan hunermend Îbrahim Rojhilat û koma NÇM'ê tev li Newrozê bûn û stran gotin.
ELBAK
Li navçeya Elbakê ya Wanê jî bi hezaran kes ber bi Qada Newrozê ve herikîn. Girse li du noktayan ji aliyê polîsan ve di lêgerînê re derbas bûn û qetin qadê. Li qadê pankarata "Ji Ocalan re azadi” hate daliqandin. Welatiyên gundên derdorê jî bi welatiyan hatin tevlî pîrozbahiyê bûn. Newrozê bi axaftina Serokê Komîteya Amedkar Omerhan Edemen dest pê kir.
Di parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir u xwest ev Newroz bibe wesîleya aştî û azadiya kurdan û Ocalan. Piştî axaftinan hunermend Hozan Remzi û Rojda stran gotin.
XELAT
Li navçeya Xelatê ya Bedlisê jî bi heman pankart u dowîzan li gel barana zêde bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Girseya ku li qada Newrozê kom bû ê navber silogana "Newroz pîroz be", "Şehîd namirin", "Bijî Newroz" bêrz kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin. Newroz bi staran û govendê bi dawî bû.
GIYADÎN
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî bi heman silogan û şîarê hat pîrozkirin. Parlamenterê BDP'ê yê Agirî Halîl Aksoy, endam û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Newroz bi tevlêbûna 5 hezar kesan pêk hat. Grisê bê bê navber silogana "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire” berz kirin. Pîrozbahî bi komên muzikê yên herêmî bidawî bû.