Leyla Guven: Em li hilweşandina faşîzmê asê bûne

Leyla Guven ku ev 67 roj in di greva birçîbûnê de ye got, bi dirûşma, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, gelan azad bikin'' di van rojan de ku em berxwedêrên zindanê ketine ser xeta berxwedanê li hilweşandina faşîzmê asê bûne.

Leyla Guven ku ev 67 roj in li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê, nameyek ji Civata Giştî ya HDK'ê re şand. Guven got, ''Îro çawa ku çav û guhê we li ser zindanan be, çav û guhê me jî li derve, li berxwedanê ye.''

Di Civata Giştî ya 9'an a HDK'ê  de ku li Enqerê didome, nameya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku ev 67 roj in li dijî tecrîa li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, hate xwendin.

Nameya ku Guven di roja 65'an  a grevê de nivîsî wiha ye:

''Van rojan ku em ji pêvajoyeke dîrokî dibihurin,  hatine cem hev, ya di nav hemû şert û bêderfetiyan de, bi gotineke rasttir, bi 'hilweşandina dîwaran' a li ser hîmê hişmendî û vînê, bi hemû hêlên xwe yên ku nikarin werin dîlgirtin, avakirina zemînên ku em bikaribin xwe lê vebêjin, ji bo min vegotina moral û coşiyeke mezin e. Modernîteya kapîtalîst ku di hemû şaneyan e rêxistiniya xwe kiriye û xwe bi sazûman kiriye û espriiya netewdewletê ku bi rengê mekanîzmaya wê hatiye vakirin, hatiye fetlonekea dawî ya serweria xwe ku bi sedan salan dom kiriye û êdî hilm lê diçike.

Helbet, ev qonax ji xwe re çênebû; gelan, çewisandiya, kedkaran, jinan, ciwanan têkoşîn dane, di vê rêkê de bi hezaran berdêl dane, bi hezaran dilên şoreşger, baweriya ku serdanpê bûyî şoreşger û bi girseya gelan a bi milyonan, ji bo nêzîkbûna vê pevajoyê bûne xwedî kedeke mezin. Mîrata Che Guaverayan Mahîr, Denîz, Ibrahîm Kaypakkaya, Kemal Pîr, Sakîne Cansiz afirandine, îro jî, li dora vî agirê ku netefiyayî, nikare were tefandin, şoreş bi qasî ku ti caran ew qasî nêzîk nebûyî, nêz bûye.

Lê divê em xala pir girîng ji bîr nekin. Êrîşên herî mezin û demên ku faşîzm lê pir geş dibe jî ev dem in. Li dijî vê pergala faşîst heke pergalên sosyalîst ên demokratîk ên ku aqilê şoreşger afirandî neyên avakirin û helwesta hewce neyê nîşandan, faşîzm wê tenê bi xweavakirinê nemîne û her wiha em ê jî fersendên dîrokî ji dest bidin.

Ango, ya ku tê jiyîn bi temamî şerê vînê ye û ev jî, weke ku di serî de min gotî bi destkeftiyên dîrokî ducanî ye.

Ez îro di roja 65'an a çalakiya greva bêdawî û bêdorveger de me. Di sala 20'an a tecrîda mitleq de ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li zinarên Imralilyê tê danîn, ku Ocalan bi komployeke navdewletî radestî Tirkyiê hate kirin, ev çalakiya ku min ji bo ku van hemû nêzîktêdayinên rûmetşikîn, van polîtîka û rêbazên êşkenceyê red bikim, dayî destpêkirin, niha bi tevlêbûna bi sedan girti yî didome.

Tecrîd bêguman asteke krîtîk e. Dema ku tecrîda li Îmraliyê ji aliyê civakî ve were nirxandin, wê bê dîtin ku gelên bindest, jin, mûxalîf, rewşenbîr û hunermend ji aliyê faşîzmê ve hatine tecrîdkirin. Lê em pê zanin, eger li dijî faşîzmê eniyeke hevgirtî bê avakirin, bê birêxistinkirin û mezinkirin wê çaxê li dijî faşîzmê wê serketin bê bidestxistin. Pêwîstiya bi avakirina qadên hevpar ên têkoşînê ji her demê bêhtir ferz bûye. Di vê nuqteyê de Kobanê watedar bûye û nîşan daye ku em dikarin bi ser bikevin.

Em, berxwedêrên zindanan bi şiyara 'faşîzmê bişikenîn, faşîzmê hilweşînin, gelan azad bikin' li ser xeta berxwedanê bi erka xwe rabûn û li dora xeleka hilweşandina faşîzmê li hev civiyan. Em xeta vê berxwedanê ya li derve li ser milê we hevrêyên xwe dihêlin û alê radestî we dikin. Çawa ku niha bala we li ser zindanan e, bala me jî li ser pêngavên berxwedêrî yên li derve ne. Dirûşma 'berxwedan mezin dike, pasîfîzm dikuje' destnîşan dikim û diyar dikim ku di oxira rastiya jiyaneke ku hêjayî fedakirina canê xwe ye, amade me mirinê jî bi kêfxweşî pêşwazî bikim.

Bi bîr û baweriya ku hûn ê li aliyê din dîwêr bi ser bikevin, we silav dikim û bi germahiya hevrêtiyê dilê we yê şoreşgerî hembêz dikim."