Leyla Guven: Em ê bi rêxistinî bersivê bidin nijadperestiyê!

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku dîlgirtî ye, ji malbata Dedeogûllari re nameyek şand ku 7 ferdên malbatê li Konyayê di êrişa nijadperestî de hatin qetilkirin. Guven got, wê bi rêxistinî bersivê bidin nijadperestiyê.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven têkildarî qetilkirina 7 ferdên ji malbata Kurd a Dedeogûllari ku di 30'ê Tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê pêk hat name şand. Leyla Guven a li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan dîl tê girtin di nameyê de sersaxî ji malbata Dedeogûllari xwest. Her wiha hat diyarkirin Leyla Guven name ji zû de ye şandiye lê belê rêveberiya girtîgehê dereng bi rê kiriye.

Nameya Leyla Guven ku di JinNewsê de hatiye weşandin wiha ye:
 
'Bi rastî jî li Konyayê kurd hene?'
 
"Malbata Dedeogûlari ya hêja ya dilê wê ji 7 cihî ve birîndar bûye; Ez di destpêkê de êşa we ya mirov nikare pênase bike parve dikim û ji dilê we yê birîndar maç dikim. Ez rêzgirtina xwe ji we re pêşkeş dikim. Hêrsa me ya li hemberî komkujiya nijadperest a li dijî we hat kirin gelekî mezin e. Çimkî li vî welatî me ji ber nasnameya xwe êşên mezin dîtin. Kesên dibin sedema vê êşê digotin çi? 'Ev hezar sal in em bi hev re dijîn. Em xwişk û birayên olê ne. Em wekî goş û neynûkê ne. Em bi hev re wekî xwişk û bira dijîn.'Gelek gotinên din ên wekî vana kevn bûne....Ev gotinana do jî derew bûn îro jî...

ME NIKARIBÛ BÊJIN EM KURD IN 
 
Em tu carî bi rastî jî nebûn xwişk û bira. Vê rastiyê herî baş kurdek dizane lê belê em wekî kurdên Anatolyaya Navîn vê yekê gelekî zêdetir hês dikin. Ev mijara penaberan a ku dibe alava siyasetê û niha tê nîqaşkirin tim em pê rû bi rû man. Em tim bûn penaber. Nêzî 500 sal berê em hatin Konyayê û tu carî em wekî niştecihên wê derê nehatin dîtin. Me wekî muhacir pênase kirin. Çimkî em ne tirk bûn. Em ne ji wir jî bûn lê me nikaribû bigota em kurdin jî. Dema me wiha bigota ev dibû sedema cihêkariyê. Ango me dema bigota em kurd in ên li wir ev yek nikaribûn qebûl bikirana. Di demên dawî de ev yek têr nekir, kesên digotin em kurd in ew bi perçekirina welat jî sûcdar dikirin. Di derbarê kesên digotin em kurd in lêpirsîn jî didan destpêkirin. Li vî welatî niha jî me lînc dikin. 
 
EM JI KESÊN BI DIZÎ DIGIRIYAN BÛN 
 
Erê, em kî bûn? Em kurdên bi sedan sal berê ji bo bên asîmîlekirin hatibûn sirgunkirin bûn. Me sirgunî Anatolyaya Navîn kiribûn. Em li aliyê Cîhanbeyli, Haymana û hwd. bi cih bûbûn. Em domên ji aliyê tirkên me bi ziman û çanda wan nizanibû hatibûn dorpêçkirin bûn. Em ji kesên radyoya Erîvanê û bandên kurdî bi dizî guhdar dikirin bûn. Bi salan şûnde dema me ji gund koçî bajêr kir dîsa ji me re kurdên gundî dihat gotin û heman tişt dîsa bi me dihat jiyîn. Bi koçkirina Ewropayê re dîsa em bûn muhacir, yên din, penaber. Em ji wan kesan bûn ku tevî hemû tiştên dihatin serê wan dîsa digotin "Elhemdullilah şukur". Em tu carî hînî pirsên ji vir jî bi mane ji me dihat sewalkirin nebûn. Em vê yekê bi çend mînakan rave bikin. 'Eslê wan heye?','Berxik tu kurd î?,'Lê tu qet naşibe kurdan','Bila be li ber nekevin Xwedê we jî afirandiye','Çima ji we re dibêjin kurdên bi terî?','Hûn ne ji wan 'teroristên' derdikevin ser çiya ne, ne wiha?','Cahilên wekî kurdan'. Em bi van gotinên cahîlane mezin bûn. 
 
Bi hezaran ciwanên kurd ên Anatolyaya Navîn ên bûn şahidên van gotinên faşîzane û cihêkar serî hildan û çûn serê çiyan. Tevî van tiştên hatin jiyîn kesên me sûcdar dikin, kesên dibêjin 'vana dixwazin di navbera kurd û tirkan de pevçûnê derxin'. Kesên dixwazin heqîqetê berovajî bikin ji mirovatiyê nisîba xwe negirtine. Ew kesan reben in. 
 
DIZANIN KU KUŞTINA KURDAN NE SÛC E 
 
Kesên çûn mala Dedeogulari û ew di mal de bi awayekî hovane qetil kirin dizanin li vî welatî kuştina kurdan ne sûc e. Vê yekê ji cinayetên dewleta ku 17 hezar faîlê wê hene dizanin. Vê yekê ji Ceylan, Ugur, Dayika Taybet, Şenyaşar û ji Roboskiyê dizanin. Loma ewqas bê ehlaq in. Kesên nûnertiya faşîzmê dikin, bûne muptelayên hêza bi dest xistine. Ew di nava çirava sûcên xwe de digevizin. Loma kurdan wekî sedema hemû nebaşiyan nîşan didin. Dikin hedef. Çawa îbreya pûsûlayê tim aliyê bakur nîşan dide; tiliya şadeyê ya AKP û MHP'ê jî tim kurdan nîşan dide. Ew her ku bi zimanê xwe yê jehrê belav dike diaxivin em tên kuştin. Her ku em dimirin ew dîsa diaxivin. Em jî dibêjin êdî hûn muktedîr ne, divê gel biaxive. 
 
DIVÊ HER KES LI DIJÎ VAN ÊRIŞAN RABE 
 
Bila kes temiyê nede me ku tiştên em dijîn qeder e, di fitrata me de hene. Bila nebêjin sebra we heye. Em li niha ne li wê nokteyê ne. Em ê li dijî her cure êrişan, li her derê cîhanê bibin yek, hişmendiya neteweyî pêş bixin. Em ê bi rêxistinkirî tev bigerin. Her wiha em dizanin ne tenê li Konyayê li gelek cihan li dijî kurdan êrişên faşîst tên kirin. Li Îzmîrê jî rêhevala me Deniz Poyraz qetil kirin û dilê me şewitandin. Divê tenê ne kurd her kesê ji xwe re dibêjin em mirov in bi cesareteke mezin li dijî êrişên li ser kurdan derkevin. Heger em bikaribin jiyaneke demokratîk, azad, wekhev û eksena wê jin biafirînin ew ê her kes bikaribe bi nasnameya xwe di nava aştî û aramiyê de bijîn. Ev ne pir zor e. Divê em pêşdarazên xwe rakin. Em bi perspektîfa mirovatiyê tev bigerin.
 
Li ser vê bingehê ez dîsa sersaxiyê ji gelê kurd û  Dedeogullari dixwazim. Ez rêzgirtina xwe ji hemû derûdorên hestiyar û raya giştî re pêşkeş dikim. 
 
Leyla Guven"