Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava gule reşandin: 2 birîndar
Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava gule reşandin: 2 birîndar
Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava gule reşandin: 2 birîndar
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk da xuyakirin ku li wesayîteke li hişyariya "raweste" guhdarî nekiriye gule hatiye reşandin û 2 kesên di wesayîtê de birîndar bûne.
Di nûçeya li malpera înternetê ya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk de hat îdîakirin ku gule li kesên bi wesayîtê karê mişextvaniyê dikirin hatiye reşandin, di encamê de welatiyekî Tirk bi sivikî û welatiyekî ji Sûriyê birîndar bûne.
Di nûçeyê de hat îdîakirin ku li qada di bin berpirsyariya Qereqoal Sînor a Mehmet Yaylaci ya Fermandariya Alaya Sînor a 1. ya Kîlîs Gulbaba'yê, wesayîtek ji Sûriyê nêzî Tirkiyê bûye, ji ber ku li hişyariya "raweste" guhdarî nekiriye, hatiye gulereşandin.
Ji wesayîta ku 2 kesên tê de birîndar bûn, 40 lîste zeyt hat peydakirin.
Di 17'ê Mijdarê de li Nisêbînê 3 Rojavayî bi îdîaya li hişyariya "raweste" guhdarî nekirine, ji aliyê tîmên taybet ên Tirk de hatibûn qetilkirin.
Li dû bûyerê saziyên mafên mirovan lêkolîn kirin û diyar kirin ku nîşaneyên "înfazê" li cihê bûyerê hatine dîtin.