Leşkeran şerê hev kirin: Yek mirî, yek birîndar

Leşkeran şerê hev kirin: Yek mirî, yek birîndar

Li navçeya Mêrdîn Midyadê, hat îddîakirin ku di navbera du leşkerên li Qişla Leşkerî ya Cevat Paşa de şer derketiye û di encamê de leşkerek miriye, yek jî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên hatin bidest xistin, M.S. (21) û E.Y. (21) ên li Qişla Leşkerî ya Cevat Paşa leşkeriyê dikin, ji ber sedemeke nayê zanîn, nîqaş derket. Ev nîqaş piştî demekê veguherî pevçûna bi çekan û di encamê de E.Y yê ji serê xwe fîşek xwar jiyana xwe ji dest da û M.S jî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Dozgeriyê der heqê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.