Leşkeran di ser gundek yê Reyhanliyê de girt: 1 jê zarok 8 birîndar

Leşkeran di ser gundek yê Reyhanliyê de girt: 1 jê zarok 8 birîndar

Artêşa Tirk koma ku hate îdiakirin li ser sinorê Sûriyeyê kasibkariyê dikin gulebaran kir. Leşkerên ku di ser gundê Kuşakli yê Reyhanliyê de girtin, 1 jê zarok 8 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, yekîneyên sinor, bi gaza bîberê êrîşkir û gule barandin ser koma ku hate îdiakirin kasibkariya mazotê dikin. Di bûyerê de 9 kes hatin binçavkirin û hate ragihandin ku, 18 leşker jî sivik birîndar bûne.

Li vir leşkeran operasyon rakir ser gundê Kuşakli ê ser sinorê Sûriyeyê jî. Keyayê gund Hesen Cemîloglû got, vê sibehê 500 leşkeran operasyon anî ser gund. Keyayê gund Cemîlgolû ku ji bo serdana 3 sivîlên polîsan birîndarkiribû hate Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanliyê, diyarkir ku Reşat Cemîloglû yê 35 salî, Mehmet Es ê 15 salî û kesekî navê wî nezanî li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Cemîlgolû destnîşankir ku, leşkeran ketin û derketinên gund girtin, her wiha li gund rageşî didome. Cemîloglû anî ziman ku, piştî ku leşkeran destûr da derbazbûna gund operasyon li ser gund pêkanîn. Keya Cemîlgolû got: “Li derdora demjimêr 03:00’an bûyerên ku em li bendê nebûn û nexweş li gund rûdan. 500 leşker ketibûn gund. Leşker û gundî hatin beramberî hev. Min ji fermandarê Alayê rica kir ku, beriya cejnê leşkeran ji gund bikêşe. Piştre min ji dozger, qeymeqam û şaredar rica kir ku leşkeran ji gund bikêşe. Lê belê tu kesê pêşiya vê negirt. Dibêjî qey ev bûyer bizanabûn hate kirin. Ez texmîn dikim ku hewil didin navê gundê Kuşakli nebaş derbêxin, her wiha gel û leşkeran bînin beramberî hev. Bûyer li gundê me rû da. Eger sinor vekin, sibe biçin gund malên li gund (sotemeniyên qaçax) bibin, ev wisan nabe. Leşkerên hatine bila biçin ser sinor rawestin. Ji xwe eger ev qas leşker li ser sinor rawestin tu kes sinor derbaz nake. Kasibkar di bin ronahiya du panzeran derbaz dibin, sibehê zû gundê me gulebaran dikin. Ev çi kare. Zarokê 15 salî gulebaran kirin. Hinek leşker birîndar bûn.”

Keya Cemîloglû da diyarkirin ku, leşkeran kesên birîndar ên bi wesayîtên taybet birin nexweşxaneyê bizorê anîn xwar û got: “Hinek zarok ji rê girtin. Wesayîtê de birîndar hebûn. Zarok bizorê anîn xwar. Hatiye gulebaran kirin. Camên wesayîtê şikandin. Ev çi kare, ma me çi kiriye? Li gund birîndar hene, li 112’an geriyam lê gotin ‘em nayên gund’.”

ARTÊŞA TIRK: 18 LEŞKER SIVIK BIRÎNDAR BÛN

Li aliyê din Serokatiya Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirk di derbarê bûyerên li Hatayê daxuyaniyek da  û îdiakir ku, li derdora demjimêr 02:00’an leşkerên li ser sinor peywirdarin  nêzî 2500-3000 kesên kasibkar li nav kevirên sinor dîtin û diyarkir ku, bi bombeyên gazê mudaxelekirin û 9 kes binçavkirine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, 300 leşker li derdora demjimêr 05:30’an de ketine gundê Kuşakli û îdiakir ku li vir leşker gule baran kirine û destnîşankir ku, 18 leşker sivik birîndar bûne. Balkêş bû ku di daxuyaniyê de behsa sivîlên birîndar nehate kirin.