Leşker bi ser gundên Stewrê de girtin
Leşker bi ser gundên Stewrê de girtin
Leşker bi ser gundên Stewrê de girtin
Li gundê navçeya Stewrê ya Mêrdînê tîmên taybet û leşkeran bi ser malan de girtin û lêgerîn pêk anîn.
Li gundê Qirdîrek yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê yekîneyên leşker û tîmên taybet bi ser 2 malan de girtin û legerin pêk anîn. Leşkeran di operasyonê de ewil ketin û derketina gund girtin û piştre bi ser 2 malan de girtin. Di serdegirtina malan de leşkeran bi maşînê zirxî yên akrep derdora malan pêçan û li hundirê malê lêgerîn pêk anîn. Leşker û timên taybet piştre ajokarê dolmîşê M. Salih Fîlîz û pîra 80 salî ya nexweşa tansiyonê Seyran Filiz binçavkirin. Hat zanîn ku tîmên taybet nêzî 2 saetan li malan lêgerîn pêk anîn û hemû alav û amûrên wan tev li hev kir û belav kiri. Piştî lêgerînê tîmên taybet Salih Fîlîs û Seyran Fîliz bi xwe re birin Fermandariya Cendirmeyan a Stewrê. Hat zanîn ku piştî serdegirtina malan leşkeran li bejahiya gundê Qirdîrekê operason da destpêkirin.