Lekolin.org belgeyên JÎT'ê weşand

Lekolin.org belgeyên JÎT'ê weşand

Hin belgeyên ku tê gotin ji aliyê RojHack ve ji kompûterên Rêxistina Îstîxbaratê ya Jendermeyan a Tirk (JÎT) hatine derxistin, di malpera Lekolin.org de hatin weşandin. Di belgeyan de têkiliyên MÎT-PDK û xebatên li dijî PKK û PYD'ê cih digirin.

Li gorî Lekolin.org di ajandayên RojHack ji kompûterên JÎT'ê bi dest xistiye de, planên ajanên JÎT'ê yên bi kodên J-42545-42443 ên sicîlê, ku beriya 10 mehan li dijî PKK û PYD'ê xistibûn meriyetê, hatine kifşkirin. Di notên hatin bidestxistin de tê îdîakirin ku ji meha Tîrmehê û vir ve êrîşên El Qaîdeyê yn li dijî Rojavayê Kurdistanê ji aliyê MÎT'ê ve hatine organîzekirin.

Di notên mijara gotinê de tê gotin," Erebên nîjadperest ên di bin kontrola MÎT'ê de dê li dijî PYD'ê bên bikaranîn û êrîş bikin. Bakurê Iraqê ji bo vî karî bûye navendek. MÎT ji bo vî karî gelek kadroyên xwe şandiye Hewlêrê. Konsolosî wê ji vî karî berpirsyar be."

Di ajandayên JÎT'ê de her weha gotina "Ji bo projeya xweseriya demokratîk a PKK'ê li Sûriyê nekeve meriyetê, tê xwestin ku PYD bi ambargoyê bê qelskirin. Ji bo vê yekê jî wê deriyê sînor ê Simelka (Sêmalka) girtî be" balê dikşîne. Tê îdîkakirin ku di berdêla vê de peymanên petrol û gaza xwezayî hatine kirin. Di notan ve ev gotin cih digire: "Di berdêla vê de, wê bi PDK'ê re peymanên gazên xwezayî û petrolê bê kirin. Li Sûriyê ji bo vîna PKK û PYD'ê were şikandin dê ambargoya ekonomîk bê meşandin."

Li gorî Lekolin.org, ji bo berjewendiyên Tirkiyê yên herêmê li Rojavayê Kurdistanê "bên serdestkirin" hewl tê dayîn Partiyên El Partî, Azadî û Yekitî yên bi nêzîkbûna xwe li PDK û Tirkiyê tên zanîn, dê werin komkirin û li dijî PYD'ê bên rêxistinkirin.

Dîsa di notan de bal tê kişandin ser girîngiya ketina hêzên Pêşemerge ji bo Rojavayê Kurdistanê û tê destnîşankirin ku divê bi taybetî qadên petrolê bikevin bin kontrola Pêşmergeyan. Di notan de tê gotin ku di berdêla ketina Pêşmergeyan ji bo Rojavayê Kurdistanê biryar hatiye dayîn ku li Qamişlo, Kobanê û Dêrikê baregehên leşkerî yên Tirkiyê bên avakirin.

Di belgeyên hatin weşandin de her weha hin nîşaneyên li ser sûîkastên li dijî rêveberên Rojavayê Kurdistanê û êrîşên bi wesayîtên bombeyî yên li hemberî nuqteyên kontrolê yên Asayîşê cih digirin. Di belgeyekê de ev not heye: "MÎT hewl dide li Sûriyê li cihê PYD lê xurt e provokasyonan pêk bîne. Hedef jî kadroyên bi bandor ên PYD'ê û nuqteyên kontrolê ye. MÎT dixwaze îstîxbarata PDK'ê di çalakiyên bi vî rengî de bikar bîne."

Lekolin.org îdîa dike, "Nokerên êrîş pêk anîne, li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK û MÎT'ê ve hatine perwerdekirin. Çek û muhîmmatên pêwîst ji aliyê MÎT'ê ve tên tedarikkirin." Malper radigihîne ku ewê di nûçeyeke xwe ya din de navên kesên li Rojavayê Kurdistanê sabotaj û sûîkast kirine, biweşînin.

Li gorî belgeyan, lidarketina kongreya neteweyî ya Kurd a li Herêma Kurdistana Federal jî ji aliyê Tirkiyê ve tê astengkirin. Malper dibêje, "Di belgeyên JÎT'ê de, em ji astengiyên PDK'ê yên derxistibûn pêşiya kongreya neteweyî fêm dikin ku Tirkiye destûrê nade kongreyeke ku ji bilî serdestiya xeta siyasî ya PDK'ê, hedefên cûda jê derkeve holê."

Di belgeyan der der barê kanala televîzyonê ya Rûdaw de jî ev gotin cih digirin, "Li Bakurê Iraqê xebatên vekirina televîzyoneke nû tên meşandin. Bi vê televîzyonê re wê li dijî PKK'ê dezenformasyon bê meşandin. Di nava Kurdan de dê bandora Tirkiyê bê xurtkirin." Lekolin.org çend roj berê belgeyeke ku îdîa dikir têkiliya rojnameya Rûdaw li gel MÎT'ê heye, weşandibû. Di belgeyê de dihat ragihandin ku televîzyona Rûdaw bi çi armancê hatiye avakirin û divê xeta wê ya weşanê çi be. Li ser vê yekê Rûdawê daxuyaniyek weşandibû û ragihandibû ku ev agahî ne rast in û îdîa kiribû ku ev yek bi armanca reşkirinê ye.

Malpera Lekolin.org der barê nûçeyên xwe yên dema pêş de ev agahdarî da: "Di 24'ê Hezîrana sala 2008'an de Cîhan Denîz û Husnu Ablay ên bi wesayîteke bi plaqeya 06 BN 9220 de ji Amedê diçûn Enqerê, 25 kîlometre nêzî Dîlokê li navçeya Nurdagê ya li ser rêya Tarsûs-Edene-Dîlokê qeza kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Emê agahiyan biweşînin ku ev qeza ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin."