Lêgerîna edaletê di hefteya 1000'emîn de ye: Bi nifşê sêyemîn dewam dike

Çalakiya Dayikên Şemiyê ku çalakiya bêîteatiya sivîl a herî demdirêj a Tirkiyeyê ye, vê hefteyekê kete Hefteya 1000'emîn. Lêgerîna li edaletê ku 29 sal in ji bo windahiyên di binê çavan de tê kirin, bi nifşê sêyemîn dewam dike.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Têkoşîna 29 salan ku ji nifşên destpêkê û duyemîn Fatma Kirbayir, Asiye Karakoç, Berfo Kirbayir jiyana xwe ji dest dan, yek ji têkoşînên edaletê yên herî dirêj ên cîhanê ye.

Dîroka Komara Tirkiyeyê di heman demê de dîroka windakirinên di binê çavan de ye. Di her qonaxa Komara Tirkiyeyê ya 100 salî de dewletê hewl da kesên muxalîf di binê çavan de bitepisîne. Ev pêvajo heta vê serdemê jî hatiye. Têkoşîna malbatên kesên ku di binê çavan de hatine windakirin jî bi Hasan Ocak destpê kir ku di 21'ê Adara 1995'an de hate binçavkirin.

Piştî komkujî û êrîşa 12'ê Adara 1995'an a li ser qehwexaneyên Elewiyan ên li Taxa Gaziyê Hasan Ocak bû yek ji wan kesan ku berxwedana li Taxa Gazî bi rêxistin kir, lê 21'ê Adarê hate binçavkirin. Binçavkirina Ocak bû destpêka çalakiyê ku weke Dayikên Şemiyê tê naskirin. Malbata Ocak û hevrêyên Hasan Ocak ji bo Ocak bê berdan dest bi hin çalakiyan kirin. Di encama têkoşîna 58 rojî de cenazeyê Hasan Ocak li goristana bêkesan a li Beykozê hate veşartin. Di vê pêvajoya çalakiyan de cenazeyê Ridvan Karakoç ê hatibû binçavkirin hate dîtin. Ridvan Karakoç tevî Mûsa Anter li Enstîtuya Kurd dixebitî. Piştî ku cenazeyê Hasan Ocak hate dîtin, malbatên gelek mirovên ku hatibûn binçavkirin û heta hingî agahî ji wan nedihate girtin tevlî vê têkoşînê bûn û di 27'ê Gulana 1995'an de li Qada Galatasarayê ya Taksîmê her Şemiyê çalakiya rûniştinê destpê kir.

HER KU PIŞTGIRIYA JI BO ÇALAKIYÊ ZÊDE BÛ, ÊRÎŞA DEWLETÊ JÎ GIRAN BÛ

Nêrîna rûniştina li Qada Galatasarayê ji aliyê komeke bi navê 'Dest nede hevalê min' ve hate afirandin ku di dema kampanya ji bo Hasan Ocak de ava bûbû. Her Şemiyê çalakiya rûniştinê bêyî pankarta rêxistinekê bi bêdengî hate destpêkirin. Piştre raya giştî çalakger weke Dayikên Şemiyê nas kir. Çalakiyê bi 15-20 kesan destpê kir, her ku hejmara çalakgeran zêde bû, piştgirî zêde bû, êrîşên dewletê jî destpê kirin. Êrîşan heta sala 1999'an dewam kirin, dawiya sala 1998'an zêde bû û kesên ku her Şemiyê li hev kom dibûn bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Piştî van êrîşan di 13'ê Adara 1999'an de navber ji çalakiyê re hate dayin. Dayikên Şemiyê di 31'ê Çileya 2009'an de biryar dan ku li heman cihî kom bibin û çalakiya Dayikên Şemiyê jinûve destpê kir.

Çalakiyên Dayikên Şemiyê heta 25'ê Tebaxa 2018'an dewam kir. Di çalakiya hefteya 700'emîn de bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylû re çalakiya Dayikên Şemiyê careke din hate qedexekirin û hate astengkirin ku li Qada Galatasarayê çalakiyê bikin. Emîne Ocak jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin. Piştî Hefteya 700'emîn Dayikên Şemiyê li ber Komeleya Mafên Mirovan li hev kom bûn, çalakiya xwe dewam kirin û piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirina maf wergirt, biryar dan ku çalakiyê li Qada Galatasarayê dewam bikin.