Lêgerîna dadê didome: Kê Daphne kuşt?

Ji bo nûçegihana Maltayî Daphne Caruane Galîzîa ku hatibû kuştin lêgerîna dadê didome.

Ji bo nûçegihan Daphne Caruane Galîzîa ya Maltayî ku hatî kuştin lêgerîna dadê didome. Li gel ku di ser kuştina wê re gelek wext derbas bû jî ji ber ku hê kujer nehatine diyarkirin hevpîşeyên wê helwest nîşan dan û gotin heta ku hêzên li pişt komkujiyê dernekevin holê ew ê lêgerîna xwe ya dadê bidomînin.

Ji bo Galîzîa  ku 16'ê Cotmeha 2017'an bi êrîşeke bombeyî hatî kuştin û yek ji wan nûçegihan an bû ku belgeyên Panamayê derxistibû holê, lêgerîna dadê didome. Hevpîşeyên Galîzîa meydana herî şên a Veletta ya Maltayê xemilandin, li ge ku salek di ser komkujiyê re çûye jî ji ber ku berpirs nehatine dîtin helwest nîşan dan û lêgerîna xwe ya ji bo dadê didomînin.

Hevpîşe û hevalên Galîzîa pankata 'Who kîlled Daphne?'' (Kê Daphne kuşt?) vekirin û xwestin ku hêzên pişt bûyerê werin dîtin.

‘'LI PIŞT KOMKUJIYÊ SIYASETMEDAR JÎ HENE'

Hevpîşeyên nûçegihan Galîzîa gotin, ji ber nûçe û gotarên wê yên li ser gendliyan gelek kes jê aciz bûne û ji bo vê hatiye kuştin û gotin li gel ku salek di ser bûyerê re derbas  bûye jî ji bo ku hê hêzên li pişt bûyerê derneketine holê, ji ber wê sedemê ye ku serê komkujiyê xwe digihîne gelek siyasetmedarên Maltayî.

Hevpîşeyên Galîzîa ji bûyerê polîsên Malta û hikûmeta wê berpirs dîtin û gotin hevala wan bi nûçeyên wê, bi lêkolînên xwe daneyên giring bi dest xistiye ku Malta dewleta Mafyayê ye û ji bo ve jî ew kirine hedef.

'LÊGERÎNA ME YA DADÊ WÊ BIDOME'

Hevpîşeyên Galîzîa gotin, gendeliya ku Galîzîa derxistî holê yek ji kêşeya herî mezin a Maltayê ye û diyar kirin,  li Maltayê têkiliyeke gemarî ya wiha heye ku gelek derdorên navnetewî jî tê di nav de ye.
Hevalên nûçegihanê gotin heta ku berpirsên rastî yê bûyerê derkevin holê ew ê lêgerîna xwe ya dadê bidomînin û bipirsin bê ka kê Daphne kuştiye.