Lecwan û Çekdar di salvegera 1. a şehîdbûnê de hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG'ê Lecwan Mûnzûr û Çekdar Botan, li bajarên Koln û Stûttgartê yên Elmanyayê hatin bibîranîn.

Adil Sunger (Lecwan Mûnzûr) û Rûhat Tabak (Çekdar Botan) ku di êrîşa hewayî ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, di Hezîrana 2016’an de jiyana xwe ji dest dabûn li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Ciwanên Azad, li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê saet 15.00’an bi meşê dest pê kir. Çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên mezin ên Lecwan Mûnzûr û Çekdar Botan hilgirtin û ji stasyona Mulheîmê heta bi Navenda Civaka Kurd a Demokratîk meşiyan.

Di meşê de gelek caran dirûşmên 'Şehîd namirin', 'Bijî Serok Apo' berz kirin. Polîsan bi hinceta ku qedexeya ye xwestin ku postorên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin danîn. Lê çalakgeran ev qebûl nekirin û heta ku meşa xwe qedandin poster nedanîn.

Bîranîn piştî meşê, piştî deqeyek rêzgirtiyê ya ji bo şehîdên şoreşê bi xwendina Gulbenkê ya Pîr Alî dom kir.

SUNGER: HETA HILMA DAWÎ EZ Ê DI RÊYA ŞEHÎDAN DE BIM

Diya Adil Sunger ê şehîd Ayten Sunger axaftineke kurt kir û got ew ê layiqî têkoşîna şehîdan be. Sunger bal kişande ser qedexeya li dijî tevgera azadiyê û got: ‘’Dewleta Elman tehemmûlî resmê Rêberê me nake. Ji bo berjewendiyên xwe me feda dikin. Ji bo ku em ji bin zexta van dewletên mêtinger xilas bibin û ji bin siha wan, ji bo ku em stranên xwe, beytê xwe, gotebêjiyên xwe bi azadî bibêjin û îbadeta xwe ji bo ku em bi azadî bikin divê em bi çar destan vê têkoşînê hembêz bikin. Ez soz didim ku heta hilma xwe ya dawî ez di rêka şehîdan de bim.’’

Li ser navê malbatên şehîdan Şengê û li ser tevgera Ciwanên Azad Gelhat Botan jî axivîn û piştî axaftinan ji bo Lecwan û Çekdar sînevîzyon hate nîşandan. Hozan Comert û Canê ji bo şehîdan stran gotin. Bîranîn bi mewlûdê bi dawî bû.


 
STÛTTGART

Di civîna bîranînê de malbata Şehîd Çekdar û Ciwanên Azad quncik vekirin û di vî quncikî de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên 5 gerîlayan hatin daliqandin ku Hezîrana 2016’an li Qendîlê jiyana xwe ji dest dabûn.

Bîranîn li hêwana Sportclûb Stûttgart-Stammheîmê hate kirin û nêzî 400 Kurdistanî û dostên wan hazir bûn.

Di bîranînê de bavê Çekdar Botan Şukru Tabak û dayik Emîne Tabak axivîn.

BAV TABAK: RÛHAT JI BO GELÊ XWE BÛ NEMIR

Dayik Emîne Tabak got "Ez pir bêriya Rûhatê xwe dikim. Kelogirî dibim. Nikarim biaxivim. Êşa wî kezeba min dişewitîne."

Bav Şukru Tabak jî got, "Piştî şehîdan ne tenê kezeba dayikan, kezeba bavan jî dişewite, hem jî pir dişewite. Rûhat ji bo Kurdistanê û gelê Kurd ku pir ji wan hez dikir şehîd bû. Di şexê Çekdar de û yên ku li Qendîlê bi hev re şehîd bûn, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û li ber wan bejna xwe ditewînim."

Di bîranînê de nûnerê Ciwanên Azad got: "Xemgîniya me ya ji ber şehîdbûna hevalê me wê bibe serhildan û serhildan wê bibe giyanê têkoşînê. Pêvajo pir tiştan ji me dixwaze û em ji bo ku bibin bersiv e mê xwe birêxistin bikin."

Di bîranînê de nûnerên KJK-A’yê û Saziya Malbatên Şehîdan a Stûttgartê jî axivîn.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Çekdar Botan hate nîşandan.

Bîranîn piştî mewlûdê û fitarê bi dawî bû.