Lavrov ji bo Kurdan bang li NY kir

Lavrov ji bo Kurdan bang li NY kir

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov xwest Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li gel komkujî û terora li Kurdên li Rojavayê Kurdistanê tê kirin hemû komkujî û terora li Sûriyê şermezar bike.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê RIAN, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Ganayê re derket pêşberî çapemeniyê û dijwariya li Sûriyê nirxand.

Lavrov ji bo komkujî û terora li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tê meşandin got, "Divê êdî dawî li vê were anîn. Hêviya me ew e ku Konseya Ewlekariyê ya NY bê şert û merc hemû çalakiyên terorane şermezar bike û helwesteke hevgirtî nîşan bide.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Sêşemê jî piştî hevdîtinên Wezîrên Derve û Parastinê ên Rûsya û Îtalyayê di civîna çapemeniyê de axivîbû û gotibû, "Derengketina Konferansa Duyemîn a Cenevreyê wê rê li ber zêdebûna wendahiyên sivîl ên li Sûriyê veke." 
Wezîr bibîrxist ku, hikumeta Sûriyeyê qebûl kiriye ku bê şert û merc heyetê bişîne konferansê.

Li aliyê din jî Wezîra Derve yê Îtalyayê Emma Bonîno di hevdîtinê de got, pêwîste ji îhtîlafa Sûriyeyê ne bileşkerî, bidîplomasî derbikevin.