Lavrov: Eger PYD tevlî civîna Cenevreyê nebe, civîn wê bêencam bimîne
Lavrov da xuyakirin, ku eger Kurd beşdar nebin wê civîna Cenevre-3 bêencam bimîne û diyar kir, ku tevî vê yekê jî ew ê biryara Neteweyên Yekbûyî veto nekin.
Lavrov da xuyakirin, ku eger Kurd beşdar nebin wê civîna Cenevre-3 bêencam bimîne û diyar kir, ku tevî vê yekê jî ew ê biryara Neteweyên Yekbûyî veto nekin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, der barê civîna Cenevre-3 ya tê plankirin di 29'ê Çileyê de bê lidarxistin, daxuyanî da.
Lavrov da xuyakirin, ku eger Kurd beşdar nebin wê civîna Cenevre-3 bêencam bimîne û diyar kir, ku tevî vê yekê jî ew ê biryara Neteweyên Yekbûyî veto nekin.
Lavrov got, "Eger PYD beşdarî civîna li Cenevreyê ya li ser qedandina şerê li Sûriyeyê nebe, ev yek wê were wê wateyê, ku encama ji civînê tê hêvîkirin, bi dest nakeve. Kurd beşeke girîng a gelê Sûriyeyê ye. Eger civîna li Cenevreyê bêyî Kurdan bê lidarxistin, ev yek wê bibe şaşîtiyeke mezin. Lê tevî vê yekê jî em ê di mijara vexwendina Kurdan a ji bo civînê de israr nekin."
RÛSYA WÊ BIRYARA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ VETO NEKE
Lavrov ji bo pirsa "Rûsya bi çi rengî li Kurdan dinêre?" ev bersiv da: "Em Kurdan weke gelekî pir girîng û hêzeke bi bandor a li dijî DAIŞ'ê şer dike, dibînin. Der barê tevlîbûn an jî tevlînebûna Kurdan a li civîna Cenevreyê de divê (Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê) Staffan De Mîstûra biryarê bide. Biryar çi dibe bila bibe, Rûsya wê biryarê veto neke."