Kuştina penaberê Kurd ji aliyê NSU ve, çima hate nixumandin?
Di cînayeta penaberê Kurd Mehmet Tûrgût de, ku rêxistina Nazî NSU sala 2004'an ew kuşt, hê tê meraqkirin bê çima polîsan lêpirsîn xistine ser rêyeke şaş.
Di cînayeta penaberê Kurd Mehmet Tûrgût de, ku rêxistina Nazî NSU sala 2004'an ew kuşt, hê tê meraqkirin bê çima polîsan lêpirsîn xistine ser rêyeke şaş.
Pisporê NSU Dr. Gîdeon Botsch xwest cînayet ji nû ve bê lêkolîn. Botsch ji ANF'ê re axivî û got, "Eger polîsan ev bûyer cidî bidîta, wê 5 koçberên piştre hatin kuştin niha bijiyan."
Mehmet Tûrgût, yek ji 9 koçberan e ku di navbera salên 2000-2006'an de li Elmanyayê hatin kuştin. Tûrgût ê ji navçeya Kovancilar a Xarpêtê, sala 1994'an hatibû Elmanyayê û serlêdana penaberiyê kiribû. Ji ber ku serlêdana wî nehat qebûlkirin, hate dersînorkirin. Tûrgût sala 1998'an careke din hat Elmanyayê, Piştî ku 2 salan bi qaçaxî jiya, sala 2000'î careke din hate dersînorkirin. Di destpêka sala 2004'an de cara sêyemîn hat Elmanyayê.
Tûrgût vê carê li karekî donerê yê li bajarê Rostockê dest bi kar kir. Lê belê di hefteya duyemîn a hatina Elmanyayê de, roja 25'ê Sibata 2004'an danê sibehê bû hedefa fîşekên ku li kargeha lê dixebitî hate reşandin. Piştî çend salan derket holê ku ev cînayet ji aliyê Rêxistina Binerdê ya Nasyonal Sosyalîst (NSU) ku hucreya Nazî ye, hatiye kirin. Lê belê lêpirsîna ku polîsan li ser kuştina Tûrgût meşand, hê jî mijara rexneyan e.
HER TIŞT HAT BÎRA POLÎSAN, LÊ NEONAZÎ NEHAT BÎRA WAN!
Zanyarê siyasî Dr. Gîdeon Botsch ku ji bo Komîsyona Lêkolînkirina NSU ya li Meclîsa Federal rapora pisporiyê amade kir, anî ziman ku di kuştina Tûrgût de hê gelek aliyên nehatine ronîkirin hene. Botsch destnîşan kir ku eger polîs di lêpirsînê de bala xwe bide ser terora nîjadperestiyê, wê karibe kiryaran bibîne.
Botsch ji ANF'ê re axivî û ji Meclîsa Eyaleta Mecklenbûrg-Vorpommernê xwest ku komîsyona lêkolînê were avakirin. Zanyarê siyasî bi bîr xist ku ji bilî Mecklenbûrg-Vorpommernê li eyaletên hemû meclîsan komîsyonên NSU hatine avakirin û got, "Polîs dikare bi hêsanî cînayetê ronî bike. Lazim e sedema vê yekê lêkolîn bike. Yekîneyên wê demê, şahidên wê demê dikarin bên vexwendin û ji nû ve îfadeya wan bê girtin."
Ji ber ku piştre derket holê ku Neonaziyekî li nêzî dikana donerê ya Tûrgût lê dixebitî dijiya, têkiliya xwe bi NSU re hebû. Tevî ku haya polîsan ji vî Neonazî hebû jî, nehat bîra polîsan ku dibe ku cînayet ji aliyê Neonaziyan ve hatibe kirin.
Ecêb e, lê belê ji bilî Neonaziyan hemû îhtimal kete bîra polîsan. Ji mafyaya qaçaxçitiya narkotîkê heta bazirganên mirovan, polîs li ser her şêwe dibetiyan sekinî. Polîsan ji ber ku cînayet ronî nekir, her wiha ji ber ku di nava malbata Tûrgût de hin welatparêzên Kurd hebûn, hewl da cînayetê bixe stuyê PKK'ê û îdîa kir 'dibe ku PKK'ê kiribe'.
Polîsên Rostockê bi salan li ser van dibetiya sekinîn û bi vî rengî şopa kujeran dan windakirin. Li gorî Dr. Gîdeon Botsch, eger cînayeta Mehmet Tûrgût bihata ronîkirin, dibe ku 5 koçberên piştre hatin kuştin, niha sax bûna.