Kûrtûlan: Em ê di hilbijartinê de bi ser bikevin

Wekîla serokatiya koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan anî ziman ku wê di hilbijartinê de li Kurdistanê encamên gelek xurt bidest bixin û li Tirkiyeyê jî em ê li dora namzetên xurt ên ku encamên baş derxin holê û AKP-MHP'ê paş bixin, kom bibin.

Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan diyar kir ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 19 roj in di greva birçîbûnê de ye, hestiyariyek civakî çêkiriye û got: “Ji bo pirsgirêkek jiyanî ya Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ye.”

Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan li Meclîsê têkildarî rojevê axivî.

‘BILA MECLÎS GUH BIDE DAXWAZA LEYLA GUVEN’

Kûrtûlan çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di roja 19’emîn de didome bi bîr xist û got: Çalakiya Birêz Guven hem di rojeva jinan û hem a HDP’ê de ye. Girtina birêz Guven li dijî destûta bingehîn e. Hevala me Leyla Guven ji bo pirsgirêkek jiyanî ya Tirkiyeyê ketiye greva birçîbûnê. Leyla Guven bi çalakiya xwe hestiyariya înşakirina civakî ava kiriye. Çalakiya wê ji bo pêkanîna aştî û edaletê ye. Çimkî Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Bi destpêkirina tecrîdê re Tirkiye her ku çû ber bi hilweşînê ve çû. Em dixwazin Serokatiya Meclîsê çalakî û daxwaza Guven bigire rojeva xwe û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Leyla Guven mafdar e û divê tecrîd bê rakirin.”

'DIVÊ BIRYARA DMME’YÊ DEMILDEST PÊK BÊ’

Kûrtûlan bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) a ji bo berdana Hevsrokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û xwest Tirkiye biryara DMME’ê demildest bixe meriyete û pêk bîne. Kûrtûlan anî ziman ku butçeya Tirkiyeyê lazimbû bêtir ji bo îstîhdamê û demokrasiya Tirkiyeyê xizmet bike lê hin bêtir mirovan feqîr kir. Kûrtûlan got ev butçe ne butçeyek pêdiviyê Tirkiyeyê pêk tên û berevajî vê ev butçe destê alîgirên AKP’ê xûrt dike.

'EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’

Kûrtûlan bal kişand ser pêla binçavkirin û girtinê ya li dijî HDP’ê didome jî û got: “Bila bloka faşîst a AKP û MHP’ê baş dizanibe wê HDP li dijî van êrîşan û girtinan bêzar nebe û serê xwe netewîne.”

'QÎRÎNA JINAN BÛ DERS’

Kûrtûlan bal kişand ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî û got: “Derketina qadan û qîrîna jinan carek din li dijî şideta zilam-desthilatdarî û polîtîkaya AKP’ê ya şidetê bû ders.”

'WÊ DI HILBIJARTINÊ DE BERSIVA AKP’Ê BÊ DAYÎN’

Kûrtûlan bal kişand ser amadekariyên hilbijartina herêmî jî û got: “Erdogan 40 namzetê xwe aşkere kir. Tenê namzetek jin heye. Du qeyûman jî kir namzet. Erdogan dîrektîfa ‘hin bêtir nelirêtiyê bikin û vîna gel xesp bikin’ da. Çi dikin bila bikin dê HDP li gel van hemû zextan jî bersivek xûrt di hilbijartinê de bide û dê qadên têkoşînê jî bersiva AKP’ê bidin.”