Kûrtûlan: Dewletê dikarîbû ew bi saxî bianiya...

Parlamentera HDP'ê Fatma Kûrtûlan got, "Mîna li Oremarê hate kirin, dewletê dikarîbû leşker û polîsên dîlgirtî bi saxî û selametî bianiya. Lê belê li gel bangên hatin kirin jî xwe kerr û kor kir."

Parlamentera HDP'ê Fatma Kûrtûlan ku yek ji endamên heyeta teslîmgirtina leşkerên li Oremarê hatibû revandin bû û herî dawî ji bo dîlgirtiyên li Garê bi malbatên wan re axivî û mijar xist rojeva meclîsê, diyar kir ku hikumetê bi zanebûn ev tercîh kiriye.

Parlamentera HDP'ê Fatma Kûrtûlan ku bi xwe gelek caran bi malbatên polîs û leşkerên li Garê hatin kuştin, hevdîtin kir û ji bo bi saxî bên rizgarkirin gelek caran bang kir, ji ANF'ê re axivî.

Kûrtûlan anî ziman ku malbatên leşker û polîsên dîlgirtî bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwe gihandin wan û hatin Meclîsê, bi HDP'ê û partiyên din re hevdîtin kirin. Kûrtûlan mijar bi xwe xist rojeva civata giştî ya Meclîsê û got, "Bi pêşnûme pirsên xwe, her wiha bi daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê me mijar timî xistin rojevê. Me timî ragihand ku yekane rêya erênî ya wergirtina leşker û polîsan, diyalog û hevdîtin e. Ji bo ev mirov bi saxî û selamatî bigihêjin malbatên xwe hem ÎHD'ê hem jî me bang li partiyên li Meclîsê kirin. Mixabin dewletê xwe kerr û kor kir, dîlmayina leşker û polîsan bi demeke dirêj jinedîtî ve hat û têkilî dananî."

LI OREMARÊ GIHÎŞTIBÛN MALBATÊN XWE

Kûrtûlan destnîşan kir ku operasyoneke bi vî rengî ya 'rizgarkirina dîlgirtiyan' li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin û bal kişand ser mînaka Oremarê. Kûrtûlan ku yek ji endamên heyeta wergirtina 8 leşkerên di şerê Oremarê de dîl hatibû girtin, wiha axivî: "Rê û rêbazeke vê heye. Diyalog tê kirin. Wê demê bi navê parlamenterên DTP'ê em ketibûn dewrê. PDK, YNK ketibûn dewrê, her wiha ji bo leşker ji Balafirgeha Hewlêr derbasî Tirkiyeyê bên kirin Emerîka jî ketibû dewrê. Li ser vê yekê li hev hatibû kirin. Du hefteyan dîlgirtî mabûn û bêyî tiştekî biçûk bi wan bê bi saxî û selamatî gihîştibûn malbatên xwe."

Kûrtûlan bi bîr xist ku wê demê kampanya lînçkirinê li dijî DTP'ê dihate kirin, lê belê ji bo kes zerarê nebîne, ew ketibûn bin vê bepirsyariyê. Kûrtûlan diyar kir ku Oremar di vê mijarê de mînaka yekane nîne, berê jî leşkerên dîlgirtî di encama hewldanên wiha de hatin wergirtin û got, "Ev rê û rêbaz careke din dikarîbû bihata bikaranîn. Dewletê dikarîbû yekser têkiliya muxatabiyê çêbikira. Bi gotina ez êdî muxatab nabînim nabe. Bi înkarkirina şer, bi terorîzekirina Kurdan, bi baweriya bi polîtîkayên ewlekariyê yên têkiliya pirsgirêka Kurd, hewldanên bi vî rengî bi kêrî Tirkiyeyê nayên. Di dawiya dawî de her roj xwîn tê rijandin."

BERPIRSYARIYA SIYASÎ LI SER MILÊ DESTHILATDARIYÊ YE!

Kûrtûlan destnîşan kir ku di rewşeke wiha de hedefkirina HDP'ê nayê qebûlkirin û ragihand ku berpirsyariya siyasî ya vê komkujiyê li stuyê desthilatariya AKP-MHP'ê ye. Kûrtûlan bi bîr xist ku muxalefetê di vê pêvajoyê de bepirsyariyên xwe bi cih anî, bang kir û tevî ku ji mînakên berê jî tê zanîn, ji ber van hewldanan doz li wan hatin vekirin jî HDP kete nava hewldaneke wiha. Hewldanên bi vî rengî ti carî hêsan nebûn, li gel propagandaya reşkirinê, weke di mînaka Oremarê de hte dîtin, ew bi rîskeke mezin çûn û got, "Me berê jî niha jî got ku amade ne ya pêwîst bikin û ev îrade nîşan dan. Di vir de berpirsyariya siyasî nikarin bixin stuyê hinekan. Yanî li ku devera dinyayê hatiye dîtin ku bi bombekirina cihekî, dîlgirtî bên wergirtin? Tiştekî wiha nayê qebûlkirin."

HEWL DIDIN MUXALEFETÊ PARÇE BIKIN

Kûrtûlan diyar kir ku li gel zext û bêhiqûqiyê jî zêdebûna têkoşerên maf, hiqûq û edaletê cihê hêviyê ye. Kûrtûlan destnîşan kir ku kes ji rêveçûna heyî razî nîne û got, "Li Tirkiyeyê niha hêzeke weke yekgirtiya hêzan heye. Di nava partiyên siyasî de bêguman karên partiyan ên siyasî divê bên parastin, lê belê li welatekî divê edalet, serxwebûna dadgeriyê, parlamenteke demokratîk a xurt bibe navenda hevpar a her kesî. Ji ber ku zerara vê yekê digihêje her kesî. Di vir de gotina 'Ya bi tenê yan jî bi hev re ya jî tu ji me' bi wate dibe. Desthilatdariya ku ev yek dît, bi feraseta parçe bike û bi rê ve bibe, hewl dide li partiyên muxalefetê bixe, krîmînalîze bike û hevgirtina wan têk bibe. Ji ber ku encama kombûna li hev a muxalefetê ji hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê tê zanîn."

DI DAWIYA DAWÎ DE WÊ AŞTÎ Û DEMOKRATÎK PÊK WERE

Kûrtûlan diyar kir ku ji ber vê yekê hewl didin fatûreya Garê li HDP'ê bibirin û destnîşan kir ku HDP wê serî netewîne. Fatma Kûrtûlan ragihand ku HDP ji bo afirandina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê şens û aktorekî bingehÎn e û got, "Me bigirin, vekirin mesele ev nîne. Ev têkoşîn wê dewam bike. Ne HDP, ne pêkhateyên wê ne jî Kurd wê ti carî serî li ber zextê netewîne. Têkoşîn wê dewam bike. E rastî nayê guhertin. Bila gumana kesî ji vê tune be. Belê HDP şenseke û bi HDP'ê re wê aştî, demokrasî li vî welatî ava bibe. Bêyî vê çareyeke din nîne. Vê siyaseta kor her kes ser û bin kir. Bi taybetî naxwazin xwe bidin ber çareseriyê. Di dawiya dawî de teqez wê demokrasî û aştî bê vî welatî. Wê nikaribin ji vê birevin. Roj wê bê wê bi hev bikevin, ji ber ku yên çareser neke wê ji hev bikeve. Yekane çare, xwevenegirtina ji aştî û demokrasiyê ye; bêyî ku hîn bêhtir mirovên me jiyana xwe ji dest bidin û darbestan bidin malbatên wan, divê li ser çareseriyê bifikriin. Ji bo vê jî divê li meclîsê şert û mercên vê bên avakirin, komîsyon bên avakirin, bi muxatabên wê re nîqaş bê kirin û encama vê diyarî Tirkiyeyê bê kirin; ev yek wezîfeya bingehîn a Meclîsê ye. Desthilatdarî bixwaze jî wê nikaribe zêde ji vê yekê bireve, di rewşeke berevajî wê birize."

BERPIRSYAR DIVÊ HESAB BIDIN

Kûrtûlan sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, xwest û diyar kir ku ew bi israr dixwazin ji bo eşkerekirina rastiya li Garê komîsyonek bê avakirin. Kûrtûlan diyar kir ku yên berpirsyariya xwe di bûyerê de heye divê îtifa bikin û li şûna ku tiliya xwe li muxalefetê bihejînin divê hesab bidin.