Kurkçu xwest hêza "sazûmankariya aştiyê" ya Ocalan bê dîtin
Kurkçu xwest hêza "sazûmankariya aştiyê" ya Ocalan bê dîtin
Kurkçu xwest hêza "sazûmankariya aştiyê" ya Ocalan bê dîtin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku ya li ciwanên Gezî tê çalakgeriya aştiyê ye û got, "Emê nemirin, ne kujin û nebin leşkerê ti kesî." Kurkçu destnîşan kir ku ew dixwazin hêza "sazûmankariya aştiyê" ya Ocalan bê dîtin û diyar kir ku girînge şert û mercên jiyanê yên Ocalan bên sererastkirin û karibe bi beşên cuda yên civakê re têkiliyê deyne.
Ji ber ku HDP li Meclîsê ne xwedî komê ye, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu li salona Koma BDP'ê civîna komê lidar xist.
Kurkçu ragihand ku pêwistî bi dewama pêvajoya aştiyê heye û got, "Em b endîşe ne. Encama herî girîng a rêveneçûna pêvajoya muzakereyan, rawestîna vekişînê ye. Gerîla êdî venakişe. Ya çekek biteqe. Di vî warî de kîjan mekanîzma parastinê heye. Ya hikûmetê nîne. Eger hebe, ya tevgera azadiyê heye."
Kurkçu bang li gelê Tirkiyê kir û got, "Ji bo serketina vê pêvajoyê, divê civak û rêxistinên civakî yên sivîl hewldanên serbixwe yên aştiyê têxin rojeva xwe. Bêyî li benda banga Ocalan an jî aqilmendan were rawestîn, pêwîste li her derê saziyên mîna meclîsên aştiyê bên avakirin. Sosyalîst, demokrat, gelperest, li benda kîjan rojê ne. Avakirina bendên aştiyê û pêşîgirtina li rêya şer, ji her tiştî girîngtir e."
Kurkçu pira "we ji bo rojnamevaniya aştiyê çi kirin?" li medyayê kir û got, "aştî meseleke ewçend cidî ye ku nabe ji hikûmet û dewletê re bê hiştin."
'HIKÛMETÊ PÊL GAZA NETEWEPERESTIYÊ KIRIYE'
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertûgrûl Kurkçu anî ziman ku ew dixwazin hêza "sazûmankariya aştiyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dîtin û destnîşan kir ku eger banga Ocalan a Newrozê nebûya, dê rojên îro jî nebûna. Kurkçu got, "Divê em tespîta Ocalan a digot, 'aştî li ser pira siratê ye' ji nedîtî ve neyên. Derbasbûna di ser vê pirê re, bi mejiyekî paqij û vekirî dibe." Kurkçu ragihand ku hikûmetê pêl gaza neteweperestiyê kiriye û ji pakêta aşkera kiriye "kuxik" derketiye.
'EGER LI KURDISTANÊ ÇARESERÎ TINEBE, LI TIRKIYÊ JÎ TINEYE'
Kurkçu da xuyakirin ku gelekî girînge Ocalan karibe bi derdorên cuda yên civakê re têkiliyê deyne û şert û mercên wî yên jiyanî bên sererastkirin. Kurkçu got, "Hikûmet bi vekirî bi Başûrê Kurdistanê re hevdîtinê dike. Weke mêvanekî fermî vexwendina Barzanî li Amedê, bêguman ji bo şikandina pêşhuqmên berê girîng e. Lê belê em bi hêsanî nehatin van rojan. Hem bi însiyatîfa aştiyê ya Ocalan hem jî şoreşa gel a li Rojava statukoya Rojhilata Navîn guhertiye. Ji ber vê yekê em dixwazin ew camêriya ku ji bo Barzanî tê nîşandan ji bo Lîderê PYD'ê Salih Muslim jî bê nîşandan. Em dixwazin ji Hevserokên BDP'ê Kişanak û Demîrtaş re ku berdevkên qanûnî yên gelê Kurd li Tirkiyê ne, were nîşandan. Eger li Kurdistanê çareserî tinebe, li Tirkiyê jî tineye. Çîroka ew gundê li wê derê yê me ye, di salên 1930 de maye. Emê biçin cem wî gundî, emê pê re bin."
'ÇÛYÎNA HDP'Ê BO ÎMRALIYÊ GELEKÎ GIRÎNG E'
Hevserokê HDP'ê Kurkçu da xuyakirin ku çûyîna HDP'ê ji bo Îmraliyê girîng e û got, "Bi Sirri Sureyya Onder re ji roja destpêkê ve em di nava van hevdîtinan de cih digirin. Çûyîna HDP'ê bo Îmraliyê gelekî girîng e. Ev yek me kiriye parçeyek ji aliyê têkoşîna aştiyê. Bingeha ku HDP xwe dispêrê jî ev e."
Kurkçu ragihand ku ev yek têrê nake û anî ziman ku divê gel bikeve dewrê. Kurkçu got, "Ya li ciwanên Gezî tê, çalakgeriya aştiyê ye. Emê nemirin, ne kujin û nebin leşkerî kesî. Ji ber vê yekê hikûmet dest li ciwanan werdide. Ti pêwendiya vê destwerdanê bi exlaqa giştî re nîne, bi nêzîkatiya mejiyê xaçperestiyê dixwaze ciwanan belawela bike. Gelo hikûmeteke bi vî rengî nêzî ciwana dibe, dikare dewam bike? Êrîşên li hemberî malên xwendekaran, êrîşa li dijî tevahiya civakê ye. Mejiyê; ye ku mîna min nefikire, ezê her tiştî bînim serî ye. Gel ji exlaqa xwe berpirsyar e."