Kurkçu: Tirkiye bi DAIŞ’ê re bazirganiya petrolê kiriye?
Parlamenterê HDP’ê Kurkçu, bazirganiya petrola di navbera DAIŞ-Tirkiyeyê de anî rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP’ê Kurkçu, bazirganiya petrola di navbera DAIŞ-Tirkiyeyê de anî rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, têkildarî nûçeya di rojnameya The Observer de ya tê diyarkirin ku di navbera Komara Tirkiye û DAIŞ’ê de bazirganiya petrolê tê kirin ji bo Serokwezîr Davûtoglu pirs bike pêşnûmepirsek pêşkêş kir.
'WE HEVDÎTIN Û DANÛSTENDINÊN TÊKILDARÎ PETROLÊ KIRINE?'
Kurkçu, xwest Davûtoglû bersiva van pirsan bike:
"Dewleta Komara Tirkiyeyê an jî hikumeta wê bi ti awayî bi DAIŞ’ê re danûstendina petrolê kiriye yan jî ji bo bê kirin bûye alîkar? Di navbera kesê Tûnisî yê bi navê Ebû Sayyaf û rayedarên Komara Tirkiyeyê de fermî yan jî ne fermî ti hevdîtinek çêbûye? Eger bûbe naveroka hevdîtinê çi ye? Der barê nûçeya ku têde tê gotin di biryargeha Ebû Sayyaf de ‘bi sedan flashên kompîter û belge’ hatine girtin, agahiya rayedarên dewletê jê hene? Eger hebin naveroka wan belgeyan çi ne?
Weke di nûçeyê de jî tê îdîakirin Komara Tirkiyeyê li Sûriyeyê Ahrar'uş Şam û Cabat El Nusra destek kiriye? Eger destek kiribe sedema vê ya siyasî û leşkerî çi ye?