Kurkçu: Piştî rapora Roboskiyê dê Kurd çawa baweriya xwe bi pêvajoyê bînin?
Kurkçu: Piştî rapora Roboskiyê dê Kurd çawa baweriya xwe bi pêvajoyê bînin?
Kurkçu: Piştî rapora Roboskiyê dê Kurd çawa baweriya xwe bi pêvajoyê bînin?
Parlamenterê BDP’ê û endamê Komîsyona Jêr ya Qilabanê û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisa Tirkiyeyê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku, rapora di derbarê komkujiya Roboskiyê de hatiye amadekirin dê bi gelê Kurd re bê bawerbûnekê biafirîne. Kurkçu wiha got: “Ji bo nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd yên rojên dawî derxistina kujerên Roboskê girîng bû. Tişta ku em dibêjin neçareserî, ma ne înkar, tundiye. Dê gel niha çawa bi Meclisa Tirkiyeyê bawer bike.
Kurkçu da zanîn ku, tu hêviya min tunene lê wekê derfet em dê bixwazin ku rapor bê îadekirin, li ber çavan bê derbaskirin û got: “Ger ev bê qebûlkirin, dê geşedaneke erênî bê jiyîn û lê dîsa dubare bikim; hêviya min tune.
Kurkçu destnîşan kir ku, ger îtîraz li ber çavan neyê girtin dê baweriya kurdan biqede û got: “ Gelê Roboskê û Gelê kurd dê komara Tirkiyeyê ji welatekî ku dê azadiya mafan pêk bîne derbixe. Kesên xwedî vê baweriyê bin jî dê baweriya wan qels be.”
Kurkçu wateya raporê jî wiha vedibêje; tê gotin; Me zarokên we kuşt,lê ji bilî pereyê xwînê em nekarin tiştekî bidin we; em sucdaran nabin dadgehê. Yanî berpirsyarên sereke nayên darizandin.
MECLISÊ XWE JI HEVKARIYA ÇARESERIYÊ DÛR XIST
Kurkçu got samimiyeta hikûmeta AKP’ê ya di pirsgirêka Kurd de girêdayê nêzîkatiya Roboskê ye û got: “yên di çareseriyê de samîmîne, divê teqez vê meselê çareser bike. Ji xwe çareserî jî ji vê pêk nayê ma? Neçareserî ji tundî, zext, asîmîlasyon û înkarê pêk tê. Birêz Ocalan got bila Meclis biryara çareseriyê bigire. Niha Meclisa ku ev biryar negirtiye, kujerên komkujiyê dernexistiye holê, mirov çawa pê bawer bin. Meclis vê hamleya xwe ji hevkariya çareseriyê xwe dûr xistiye.”