'Kurekî min hat mal, lê yê din hêj li çiyê ye'
'Kurekî min hat mal, lê yê din hêj li çiyê ye'
'Kurekî min hat mal, lê yê din hêj li çiyê ye'
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan endamên HPG'ê 8 leşkerên di destê xwe de serbest berdan. Piştî ku 8 leşker serbest hatin berdan dayika Reşat Çeçan Fatma Çeçan diyar kir ku PKK'ê kurê wê serbest hat berdan û kurê wê hat malê, lê kurê wê yê din hêj di nava PKK'ê de ye. Ji bo kurê min ê din jî bê mal divê operasyon bi dawî bibin û ev şer bi dawî bibe.
Leşkerên bi navê Ramazan Başaran, Hadî Gîzlî û Reşat Çeçan, di 6'ê Tebaxê de li ser riya bejahî a Amed-Çewlîk ya nêzîkê Qereqola Xembazê ya Cendirmeyan ji aliye HPG'ê ve hatibûn girtin. Malbata leşkerên hatin girtin, gelek caran serî li Şaxên ÎHD û MAZLUMDER'ên Amed û Rihayê dabûn. Herî dawi piştî Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan di hevdîtina heyeta BDP'ê ya 23'ê Sibatê de bang li PKK'ê kir û xwest baş li leşerên di destê xwe de binerin û PKK û dewlet li hemberî hev girtiyên di destê xwe de berdin, PKK'ê 6 leşker, yek polîs û yek endamên Qaymaqam duh teslîmî heyeta parazvanên mafên mirovan kirin. Yek ji van leşkerên ku duh serbest hatin berdan Reşat Çeçan ê ji Rihayêbû. Dayik û bavê Reşat Çeçan ên li taxa Eyubiyê rûdinên kêfxweşiya xwe anîn ziman. Bavê Çeçan Cemal Çeçan, anî ziman ku piştî ew gihiştin kurê xwe hêvî û baweriya wan xurttir bû. Çaçan, anî ziman ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kurê wan ê leşker serbest hat berdan û wiha got: "Ez hêvîdarim ku gavên aştiyê dê bên avêtin Divê malbatên leşker, polîs û gerilla bên cem hev û bi hevre aştiyê bixwazin. Divê hemû dayik dest bidin hev û aştiyê bixwazin. Bila operasyon rawestin."
Dayika Çeçan Fatma Çeçan jî anî ziman ku ew berî her tiştî aştiyê dixwaze û wiha got: "Di şer de bira bira dikuje. Kureki min serbest hat berdan. Lê kurê min ê din di nava PKK'ê de li çiyê ye. Ji bo kurê min ê din bê malê divê operasyon bi dawî bibin û aştî pêş bikeve. Divê şer bi dawî bibe. Ez her tim bi tirsa kî dê kê bikuje dijîm. Kezema min tev xera bû. Ez bang li hemû dayikan diki ku êdî dest bidin hev û bi hevre aştiyê pêş bixin."